Gelê aşûr Cejna Berbara li Til Temir pîroz kir
12:27
							Kanûn
							1
							/ 2016
						
						
						
						
						
						
					TIL TEMIR- Bi sedan welatiyên Til Temir ên aşûr li Dêra Qidîs Cejna Berbara pîrozkirin.
Bi sedan welatiyên bajarê Til Temir ên aşûr cejna Bebara bi cil û bergên Aşûrî pîrozkirin. Welatiyan cejna xwe bi pêşbirkên cuda û bi dîlan û stranan pîroz kirin. Her sal dawiya meha mijdarê û destpêka a kanûnê pêkhateyên aşûr Cejna Berbara pîroz dikin. 
Di dawiya cejnê de gelê aşûrî serdana xizm û hevalên xwe dikin û cejnê li wan pîroz dikin. 
