Bendewariya li Şîrvanê nehat dîtin, qêrîn nehat bihistin…

09:34

SÊRT – Di kareseta hezanê ya li gundê Madenê ya Şirvanê pêk hatî de 16 xebatkarên madenê di bin xakê de ma û hîna cenazeya çar kesan dernexistine holê. Li gundê ku qêrîn bilind dibin malbatê dilşewitî bi hêvî dipên ku xwe bigihînin cenazeyan.

Li navçeya Şîrwan a Sêrtê di 17’ê Mijdarê de li gundê Madenê ax şemitî. Malbatên dilşewat yên li ber madenê dipên, polîs û leşker jî li wirin. Malbat di konên hatine avakirin de dipên. Ji bo bertekên gel biçewisînin li ser her malbatekê 10 polîs û leşker dipên. Di konan de hinek ji bo birayên xwe hinek ji bo bavê xwe rondikên çavan dibarînin. Lorîna jinan digihêje ezmanan.

Maşîneyên kar yên du kîlometre durin ji aliyê gel ve wek fîlmên bi xof tên temaşekirin. Hinek bi dûrbunan temaşe dikin û hinek jî dixwazin ev fîlma bi xof bi dawî bibe. di xebatên li qada madenê tên kirin de ji ber xebat hêdî tên meşandin gel li dijî wzîr û hemû rayedaran bi bertekin.

‘Her kesî dizanibû wê ev qeza pêk bê’

Malbat naxwazin ji çapemeniyê re biaxivin lê yek gotina ji devê wan derdikeve ‘her kesî dizanibû wê ev qeza pêk bê.’ Ji ber ku beriya ev hezan pêk bê her kesî digot di qada kanê de derizandin hene. Tê diyar kirin ku têkildarî van derizandinan de agahî dane rayedaran. Tevî evqas hişyariyan ti tiştek nayê kirin. Wisaye ku her kes terkî qedera xwe tê kirin.

‘Show tê kirin’

Xizmê karkerekî wiha got: “ Wezîr û AFAD li vir showê dikin. Ji bo ku malbat bertekan nîşan nede li ser wan bi dehan polîs dipên. Ger hun axê ranekin emê bi destê xwe rakin. Dema pisîkek we derdikeve ser darê bi sedan mirov ji bo wê xilas bikin seferber dibin.”

‘Di bin xakê de hîna maden heye’

Du rojên ewil hema hema qet ax nehat rakirin. Di bin axê de hîna madena sifir heye. Ji ber vê jî divê ax bihata rakirin lê bi israr du rojan dan payîn. Dema malbat bertekan jî nîşan didin bertek tên nîşan dan. Ji ber sedema rastiya ku maden heye jî kar hêdî berdewam dike.

Bendewarî didome…

Kesek ku li madenê dinêre û dipê ku cenazeyê kurê wê derxînin wiha got: “Ji sedî sed îhmala şîrketê heye.” Li ser pirsa ‘hun dixwazin şîrket bê girtin’ jî wiha axivî: “Bê girtin wê çi bibe? Ez naxwazin bersivê bidim vê pirsê. Di bin axê de çar karker hene. Yên cenazeyan dikarin bigirin, digirin û diçin. Dîtina cenazeyan jî malbatan kêfxweş dike. Yên nabîn jî êşa wan zêde dibe qêrîna wan digihêje ezmanan.”