Şagirtên ereb: Armanc ji hînbûna ziman hêzkirina têkiliyên civakiye

09:30

AMÛDÊ- Li Peymangeha Şehîd Peyman ya bajarê Amûdê perwerdehiya ziman ji bo 11 şagirtên ereb dest pê kir.

Akademiya Şehîd Peyman ya bajarê Amûdê ji bo 11 şagirtên xwe yên ereb perwerdehiya zimanê kurdî da dest pêkirin. 11 şagirt bi armanca demê pêş li dibistanan perwerdehiya zimanê kurdî bidin tên perwerdekirin. Di rojê de 5 saetan waneyên rêzimanê kurdî û waneyên bîrdozî ji bo şagirtan tê dayîn. Têkildarê mijarê şagirta bi navê Rama Cinêd û Rêvebera Peymangehê Zekiye Osman axivîn.

'Peymangeh ji bo me cihê zanistê ye'

Ramayê diyar kir ku berê baş bi zimanê kurdî nizanîbû û got ku ji ber vê bi welatiyên kurd re nedikarî baş têkîlî dane. Ramayê da zanîn ku bi armanca hêzkirina têkiliyên civakî ew xwe perwerde dikin û wiha pêde çû: "Peymangeh ji bo me cihê zanist, fêrbûn, azadî û demokrasiye. Em dixwazin fêrî zimanê gelê herêmê bibin."

'Ziman hebûne'

Rêvebera Peymangehê Zekiye Osman jî wiha got: "Armanca me ji fêrkirina zimanê kurdî ew e ku demê pêş ew wek mamoste ligel zimanê erebî zimanê kurdî bidin xwendekarane. Ya din jî em dixwazin ziman û çandên cuda li herêmê ji windabûnê biparêzin. Ji ber ku ziman hebûn e, em jî bi israr in ku em parastina ziman û çanda hemû pêkhateyan bêcudahî bikin."