Rêzeçalakiyên Kongra Star, Şêwirmendiya Jinên Sûriyê bi YE'yê re

09:17

QAMIŞLO- Endama Rêveberiya Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Nûbihar Mustefa bi Meclisa Şêwirmendiya Jinên Sûriyê re, di hevdîtinên xwe yên bi Yekîtiya Ewrûpa re rêzeçalakî pêkanîn.

Endama Rêveberiya Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Nûbihar Mustefa bi Meclisa Şêwirmendiya Jinên Sûriyê re, di hevdîtinên xwe yên bi Yekîtiya Ewrûpa re rêzeçalakî pêkanîn. Ev rêzeçalakî jî wiha ne.

Hevdîtinên bi wezîreya Bazirganiya Derve û Hevkariya Pêşxistinê Lîlyan Plomin li Hollendayê, serdana parlemantoya Hollandayê û spasiya wan ji bo biryargirtina wan a şandina alîkariyan ji bo Rojava. Civîn bi komê Karê Rojava û Rojhilat re, her wiha civîn bi Desteya Karê Derve ya Ewrûpayê û komê Têkiliyên bi dewletên Rojhilat ên di YE'yê de.

Endama Rêveberiya Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Nûbihar Mustefa di peyamên xwe yên di van hevdîtinan de, giringiya berdewamkirina çalakiya siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku li Sûriyê di nêvî de mayî, her wiha giringiya cihgirtina hemû aliyên siyasî û bi taybet piştgiriya jinê di vê çalakiya siyasî de anî ziman.

Di van hevdîtinan de mijara koçber û penaberan jî hate nîqaşkirin û ji bo wê pêşinyar hatin kirin. Ji bo çareserkirina êş û azarên jinên penaber ên Sûriyê bi teybet li welatên cîran, nîqaş pêş ketin. Giringî ji bo rewşa koçbertiya kom a ku ji herêmên rojhilatê Helebê ber bi Taxa Şêx Meqsûd ve zêde bûye, hate dayîn û nîqaş pêş ketin. Ji bo cihên peywendîdar ên di YE'yê de, hate xwestin ku çareseriyek bi lez ji bo gihandina alîkariyan mirovî were dayîn. Bi taybet ku Şêx Meqsûd niha di dorpêçeke giran de ye.

Hate zanîn ku ev çalaki dê heya rojên pêşiya me jî bidomin.