Aysel Guzel: Parastina demokrasiyê erka me ye

12:24

STENBOL - Kampanyaya "Ji OHAL'ê re na" ya ji aliyê HDP'ê ve hat destpêkirin berdewam dike. Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Stenbolê, Aysel Guzel bal kişand ser OHAL'ê û wiha got: "Em di serdemeke ku hemû kesên diberê îktîdarê dijmin hatine îlankirin de ne. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî OHAL'ê û parastina demokrasiyê erka me ye"

Prtiya Demokratîka a Gelan (HDP) bi şîara "Ji OHAL'ê re" kampanyeyeke li dijî OHAL'ê da destpêkriin. Kampanyaya ku hat destpêkirin ji 21 mijdarê ve bi civînên gel berdewam dike. Hevseroka Bajar a Stenbolê ya HDP'ê Aysel Gulzel ya ku der barê kampanyayê de axivî wiha got: "Armanca bingehîn a kampanyaya me ew e ku em pêvajoya OHAL'ê ya hemû parastina mafan ji holê rakiriye teşîr bikin."

Dê kampanya mehekê berdewam bike

Aysel diyar kir ku dê kampanya wan mehekê berdewam bike û wiha axivî: "Me bi civînên gel kampanyaya xwe da destpêkirin. Civînê ku em pêk tînin dê nexşerêya me diyar bikin. Bi taybetî di vê pêvajoyê de bi taybetî makeqanûn û qanûn ji holê hatin hilanîn û ev welat bi biryarên KHK'ê tê rêvebirin. Hewldana darbeya 15'ê tîrmehê ji aliyê hikûmetê ve wekî fersendekê hat bikaranîn."

'HDP ji siyasetê tê dûrxistin'

Aysel diyar kir ku parlamenterên HDP'ê ji siyasetê tên dûrxistin û wiha berdewam kir: " Kadroyên partiya me niha gelek ji wan girtî ne û hikûmet dixwaze ku partiya me bigire. Em ji aliyekî ve jî kampanyaya xwe wekî hemleyeke ku ji bo parlamenterên me bên berdan dibînin."

'Dê JINHA bêdeng nebe'

Aysel diyar kir ku ligenkî kampanyaya wan jî ji bo çapemeniya azad e û wiha destnîşan kir: " Gelek organên Çapemeniyê bi biryara KHK'ê hatin girtin. Deriyê JINHA'yê bi biryara KHK'ê nîvê şevê hat morkirin. Lê em dizanin ku wê ev hemû bêhiqûqî bên derbaskirin û dê jinha bêdeng nebe."

'Dê partiya me têkoşîna rizgariya jinê mezin bike'

Aysel herî dawî kampanya ji hêla jinê de jî nirxand û wiha got: " Hevtiya borî Roja Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser jinê re bû. Mejî wê hefteyê der barê girîngiya rojê de li navçeyên xwe çalakî pêk anîn. Ji ber ku ev kampanya ji hêla têkoşîna jinê de ji bom e girîng e."