11 şervan li Kobanê bi merasîmek girseyî hat oxirkirin

11:25

KOBANÊ - Li Kantona Kobanê bi sedan welati ji bo oxirkirina 11 şervanên ku di pêngava "Xezeba Firatê" de jiyana xwe ji dest dane, li Goristana Şehîd Dîcle merasîmek girseyî pêk anîn.

Bi sedan welatiyên Kanotna Kobanê cenazeyên 11 şervan Nûjîn Demhat, Sarya Ronahî, Evrîm Çiya, Devrîm Wan, Mordem Çiyager, Dîren Amargî, Baran Wan, Têkoşer Elîkor, Cîgerxwîn Farqîn, Bawer Melazgert û Çekdar Jiyan, ên di pêngava 'Xezeba Firatê' jiyana xwe jidest dan, bi merasîmek li Goristana Şehîd Dicle hatin oxirkirin.

Merasîma veşartinê bi merasîmek leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de Fermandariya Giştî ya YPJ û YPG'ê Dilcîn Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: "Di vê demê de li beramberî serkeftinên me, ji aliye gelek hêzan ve êrîş li ser me tên kirin. Bi taybet ji hêla çeteyên DAIŞ û dewleta Tirkiyê ve, ji bo rêgirtina li ber van destkeftiyan êrîşên dijwar li ser gelê kurd tên meşandin. Ji bo vê yekê divê em hêza xwe xurtir bikin û em li ber xwe bidin. Em Kurdistanê ticaran ji dijmin re nahêlin."

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şervan Hesen jî ev tişt got: "Şehîdên me canê xwe ji bo vî gelî feda kirin, divê em jî li ser şopa wan bimeşin. Divê ciwanên kurd pêşengtiya vê berxwedanê bikin."

Piştî axaftinan Endamên Saziya Malbatên Şehîdan bawernameyên 11 pakrewanan radestî malbatên wan kir û bi tilîliya dayikan 11 şervan hatin oxirkirin.