Li Rimêlan û Tirbespiyê pîrozbahiyên 38'emîn Salvegera PKK'ê

13:43

RIMÊLAN/TIRBESPIYÊ- Bi boneya 38'emîn Salvegera damezirandina PKK'ê zarokan li bajarê Rimêlan şahiyek li navenda Aram Tîgran li dar xist. Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan jî li bajarê Tirbespiyê çû serdana Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugrê û mûm pêxist.

Li bajarê Rimêlanê yê girêdayî Girkêlegê yê Kantona Cizîrê, ji bo 38'emîn Salvegera damezirandina PKK'ê ji hêla Navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran ve şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de li hemû zarokên ku tevli mihrecana duyamîn a zarokên Rojava bibûn, xelat hatin belavkirin. Bi sedan zarok tevlî şahiyê bûn.

Şahiya ku hat lidarxisitn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê Koma Berfa Çiya ya zarokan çend stran gotin. Her wiha Koma Diljîn Nêrgiz a keçên xweser jî govend girtin. Herî dawî xelat hatin belavkirin.

Li bajarê Tirbespiyê jî Saziya Malbata Şehîdan çû serdana Goristana Şehîd Dişêr a gundê Dugrê û mûm pêxistin.