Paşeroja VAKAD'ê ya 13 salan tê tunekirin!

12:55

WAN - VAKAD'a ku hat girtin, hemû alavên wê yên nivîskî û weşandî hatin desteserkirin. Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku hemû arşîva foto û weşanê yên wekî pênûs, dosya, broşur û kompîturên ku aîdê komeleyê ne jî dê bên tunekirin.

Bi pêkanîna OHAL û bi derxistina biryarnameya KHK'ê re paşeroja Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ya 13 salan tê tunekirin. Bi hinceta biryara KHK'ê hat aşkerakirn ku hemû alav, arşîv û hesabên bankayê yên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) dê bên desteserkikirn û ev biryar ji aliyê raydaran ve ji aktîvîstên komeleyê re hat ragihandin. Zozan Ozgokçe ya ku diyar kir ji aliyê dewletê ve tê xwestin ku hemû paşeroja komeleya wan a 13 salan bê tunekirin, destnîşan kir ku mafê wan ê tazmînatê jî ji destê wan tê gritin.

Zozan diyar kir ku bi pêkanînên li ser VAKAD'ê re li hemû saziyên jinan neheqî hatiye kiri û li dijî komeleyên jinan polîtîkayên talanker di meriyetê dene. Zozan diyar kir ku li dijî van pêkanînên dijmirovî wan serî li Dadgeha Makeqanûnê dane û ji rêxistinên navneteweyî yên jinan jî peyamên piştevaniyê girtine.

Her wiha Zozan destnîşan kir ku ji wan re hatiye ragihandin ku dê ev pêkanînên li dijî komeleya wan hatine kirin li ser hemû komele ûsaziyên jinan yên din jî bên meşandin.