Jinên li Eqereyên: Ne tenê di OHAL’ê de di hemû halan de kolan yên me ne

12:11

ENQERE- Duh polîsan li Qada Kolejê ya Enqerê êrîşî jinên ku xwestin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de çalakiyê li dar bixin kir û di encama êrîşê de 11 jin der kirin û binçav kirin. Platforma Jinan ya Enqereyê jî bo ku berteka xweya li dijî binçavkirina jinan aşekera bikike daxuyaniyeke da.

Duh li Qada Kolejê ya Enqereyê jinan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de Platforma Jinan ya Enqereyê çalakiyek li dar xist û polîsan êrîşî jinên çalakger kir. Di encama vê êrîşê de 11 jin hatin binçavkirin. Platforma Jinan ya Enqereyê bertek nîşanî êrîş û binçavkirinan da û li Caddeya Yukselê daxuyaniyek da. Piştî daxuyaniyê berê êvarê jinên hatin binçvkirin jî hatin berdan.

‘Kolan yên me ne’

Endama Platforma Jinan ya Enqeryê Sevîn Koçal ya ku daxuyanî xwend wiha got: “Di roja têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re jî dîsa jin bi şîdeta mêr- dewletê re rûbirû man. Beriya ku çalakiya me dest pê bike 11 jinên ku di nav wan de endamên komîteya çalakiyê jî hebûn hatin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Ji ber ku em kolanan ne di OHAL’ê de û di hemû halan de naterikînin bi binçavkirinan dixwazin me biçewisînin. Lê bersîva me amade ye em têk naçin û em ê her li ber xwe bidin.

Her wiha Sevînç destnîşan kir ku ew ê qadan ji êrîşkaran re nehêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Qad yên me ne em carekedin dibêjin ku em natirsin.”