‘Dûrxistina min a ji kar bû semdema têkoşînê’

11:44

ÎZMÎR- Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît ya ku bi biryara KHK’ê ji kar hat dûrxistin diyar kir ku jidûrxistina wê ya ji kar ji bo wê ne sûrprîzek bû lê ji bo ku ew têkoşîna xwe berdewam bike bûye sedem.

Yek ji kesên ku bi biryarnameya hukmê qanûnê (KHK) ji kar hat dûrxistin jî Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît bû. Gulîstan a ku diyarkir AKP ji 15’ê tîrmehê de îmze avêtiyê binê darbeya sivîl got ku hiqûq ji derve hatiye hiştîn û meclis jî vala hatiye derxistin. Gulîstan destnîşan kir ku bi biryara KHK’ê gelek kes bê kar hatin hiştin û wiha berdewam kir: “Kesên ku li gorî polîtîkayên hikûmetê tev negeriyan hatin tesfiyekirin û komele hatin girtin. Li vî welatî darbe nehat astengkirin, bi 15’ê tîrmehê re bingehê darbeyê hat danîn.”

‘Ger ku em bêdeng bimînin em ê bedelên girantir bidin’
Gulîstan diyar kir ku AKP bi hewldana pergala serokatiyê dixwaze darbeyê mayînde bike û ev tişt got: “ Ev pergala ku AKP dixwaze mayînde bike li dijî mafên hemû gelan e. Bi mayîndekirina vê pergalê ler dê hemû hêzên kedkar winda bikin. Divê ku em bên gel hev û dengê xwe bilind bikin. Divê ku em li dijî darbeyê dengê xwe bilind bikin an na emê bedelên girantir bidin.”

‘Ji bo me tişta girîng têkoşîn e’

Gulîstan diyar kir ku dema êrîşî Akademîsyenan hat kirin bi qasî ku dihat xwestin kesekî dengê xwe bilind nekir û wiha berdewam kir: “ Îktîdar ji bo ku xwe mayînde bike dê şerê sînor bike dewrê. Ji ber vê jî divê ku em sekna xwe diyar bikin. Ji bo me tişta girîng têkoşîn e.”

‘Armanca AKP’ê ew e ku jinan di malê de hepis bike’

Gulîstan diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê hemû li dijî jinan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP bi qasî ku karibe ji bo êrîşkarên îstîsmara zayendî dikin qanûnekê der bixe dijminantiya zarok û jinan dike. JI bo jinan ferqa AKP’ê û Weqfa Ensar ya ku bi êrîşên xwe yên zayendî tê naskirin tune ye. AKP ya ku zarok û jinan dixîne di heman demê de civakê jî dixîne. Hemû armanca polîtîkayên AKP’ê hepiskirina jinan a di malê de ye û ji ber vê jî divê ku herî zêde jin têkoşînê mezin bikin.”

‘Ji durxistina min ne surprîz bû’

Gulîstan a ku diyar kir ku ew di ferqa ku dê bi KHK’ê ji kar bê durxistin de bû wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Beriya ku ez bibim hevberdevik ez li ser sendoqan jî bi awayekî aktîf xebitîbûm û min di dema hevberdevkiya xwe de jî xebata xwe bi awayekî aktîf da meşandin. Ji ber vê ez li benda vê biryarê bûm. AKP ji bilî nêrîna xwe guh nade nêrînên cuda. Hemû keda me girêdayî kesekî bû. Me jî li dijî vê têkoşîn da meşandin. Ev jo bom in ne surprîzek bû lê ji bo ku ez têkoşîna xwe berdewam bikim sedemeke min a din çêbû.”