Pîrozbahiya 38’emîn Salvegera avakirina PKK'ê li Amûdê bi coş derbas bû

10:53

AMÛDÊ- Ji bo pîrozbahiya 38’emîn Salvegera damezirandina PKK'ê, welatiyên bajarê Qamişlo,Dirbêsiyê, Hesekê û Amûdê şahiyek girseyî li bajarê Amûdê li dar xistin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku bi pîrozkirina 38’emîn Salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tên lidarxistin, li bajarê Amûdê jî welatiyên Kantona Cizîrê li hev kom bûn û şahiyeke bi coş li dar xistin.

Şahî li qada Geracê a bajêr hat lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên têkoşerên kurd, şehîdên PKK`ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xemilandin. Welatiyan bi cil û bergên xwe yên kurdî û rena reng qada şahiyê xemilandibûn.

Şahiya ku bi dirûşmeya 'Bi rihê têkoşîna PKK'ê şoreşa Rojava û gelê Rojhilata Navîn bi ser dikeve' bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Welatiyan bi coş û moraleke bilind dirûşmeyên 'Bijî Serok APO' berz kirin. Di şahiyê de li ser navê Erka Xweparastinê Rêzan Gulo û li ser navê TEV-Dem Edalet Omer axivîn.

Edalet Omer salvegera damezirandina PKK'ê li gelê aşîtîxwaz û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û wiha got: "Bi girûpeke biçûk, bi çend hevalên şoreşger û welatparêz û bi baweriya wan dest bi rêya şoreşê hate kirin. Tevî kêmderfetiyan jî, lê van hevalan bi israreke xurt têkoşîna azadiyê dan meşandin. PKK'ê ji hemû glan re bû hêvî, coş, hêz û moral. PKK'ê bû lêgerîna azadiyê, azadiya jinê û yekîtiya netewî."

Piştî axaftinan şahî bi stranên li ser PKK'ê, Abdullah Ocalan, YPJ û YPG û bi dîlanê berdewam kir. Şahî bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo" bidawî bû.