Delegeyên Konferansê: Divê têkoşînek hevpar li hember tundiya li ser jinê bê meşandin

17:53

EFRÎN - Delegeyên konferansa ku bi boneya 25'ê Mijdarê li Kantona Efrînê pêk hatiye gotin: "Divê têkoşînek hevpar li hember tundiya li ser jinê bê meşandin."

Duh li Kantona Efrînê, jin ji bo bal bikişînin li ser têkoşîna jinan ya li hemberî tundiya li ser jinê konferansek bi tevlîbûna 300 delegeyan pêk anîbûn. Delegeyên ku tevlî konferansê bûne diyar kirin ku, li Rojava jin li hember tundiyê têkoşînek bê hempa dide meşandin û gotin ku bi berxwedana jin ew ê pergala serdestiyê têk biçe.

'Divê têkoşîna me li dijî tundiyê hevpar be'

Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Kantona Efînê Wehîde Xelîl da zanîn ku ji bo ew balê bikêşin li ser tundiya li hember jinê gelek çalakî, civîn û semîner pêk anîne û wiha got: "Lê me dît ku ev bes nîne, lewre me biryar da em girêdayî mijarê konferansekê jî çêbikin û jin û mêr di vê rûtinştinê de amade bin û nîqaş bikin. Em divê bibînin ku ne tenê jinên Kurd, hemû jin ji pêkhate û netewên cuda jî rastê tundiyê tên. Lewre divê têkoşîna me ya li dijî tundiyê hevpar be. Baweriya me heye ku dê encamên baş derkevin holê. Em azadiya jinê wek azadiya civakê dibînin û dê têkoşîna ji bo vê bidome."

'Jina azad jina afrînere'

Endama Kongreya Star ya Kantona Efrînê Hêvîn Hiso jî wiha got: "Tundiya li ser jinê tenê fîzîkî nîne, di heman deme de ji ber zihniyeta mêrê serdest jin bi her awayê tundiyê re rûbirû dimîne. Civak di kesayeta jinê de rastî tundiyê tê. Ji bo avakirina civakeke demokratîk pêwîste ku jin û mêr bi hev re têkoşîn bikin. Jina azad jî ew jine ku xwedî helwest be, di jiyanê de afirîner be."

Delegeya Konferansê Esmîhan Ehmed jî wiha axivî: "Xwesteya me ji vê konferansê ewe ku em bigihîjin encamên baş û tundiya li ser jinê rabe. Ez, mêr dişibînim dewletê û jinê jî dişibînim kurdistanê. Lewre em ji bo kurdistana azad divê wekhevî û demokrasiye ava bikin."

Rêvebera Yekîtiya Jinên Êzidî Rehîme Dedo anî ziman ku jina kurd di her qadê de xwe pêş xistiye û wiha domand: "Hêviya me ew e ku tu jin derveyî rêxistinê nemîne, bikaribe jiyana xwe ber bi azadiyê ve bi rêxistin bike."

Endama Yekîtiya Jinên Êzidî Eyşe Sêdo jî bi lêv kir ku divê tevahî jinên cîhanê bi yek dengî li hember tundiya li ser jinê têkoşînek hevpar bidin meşandin û wiha pêde çû: "Divê em jinên Şengalê ji bîr nekin û ev ji bo me bibe tecrûbe ku em xwe birêxistin bikin, xwe biparêzin û têkoşîn bikin."

Delegeya ji herêma El Şehba Ela Arteş pêk hatina konferansê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Ev konferans pir bi wate ye. Mêr jî tevlî konferansê bûn û derbarê têkoşîna jinê û şîdetê de nirxandin kirin. Em wek jinên herêma El Şehbayê tundiya li ser herêma me ji hêla dewleta Tirkiyê û çeteyên wî ve tê kirin, şermezar dikin. Divê hemû jin bizanibin ku li wir komkujî pêk tînin û ji bo dawî hatina li vê şîdetê xwedî helwest bin."

Rêvebera Rêxistina Sara Semiye Ehmed jî diyar kir ku konferans bi keda Kongreya Star, Rêxistina Sara û Desteya Jinê ya Kantonê pêk hatiye û wiha pêl da gotina xwe: "Nîqaşên di konferansê de pêş ketin, erênî bûn. Her du zayendan jî girîngiya guhertina zihniyeta desthilatdar anî ziman. Ev asteke girîng ya nîqaşê bû."

Rêvebira Kongreya Star ya bajarê Helebê Xalîde Ebdo jî wiha got: "Ez bi damezirandina vê konferansê pir kêfxweş im. Konferans gihîşte encameke girîng ji bo rakirina şîdet û tundiya li ser jinê. Lê belê divê jin û mêr di vê mijarê de bêtir werin perwerdekirin û zane bibin."