Dîlek Ocalan: Wê alê jinên hatine qetilkirin li erdê nemîne

15:29

RIHA - Platforma Jinên Rihayê ya Bajêr di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîteda li ser Jinan, qerenfîl li jinan belav kirin.

Bi boneya 25'ê Mijdarê Patforma Jinên Rihayê ya Bajêr qerenfîl li jinan belav kirin. Jinên ku di nava wan de Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, Hevseroka Bajar a HDP'ê Ayşe Surucu, Hevseroka Bajar a DBP'ê Yasemîn Kiliç, Seroka Şaredariya Bozovayê Fatma Dogan bi cilên xwe xwe yên gelerî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevseroka HDP'ê Ayşe Surucu daxuyanî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan di nava tilîlî û erbaneyan de xwend. Ayşeyê, da zanîn ku berxwedana jinan bi sedsalane bi dawî ne bûye û wiha got: "Em jinên ku li Geziyê bi kirasê sor li ber TOMA'yan li ber xwe didin in. Li Yeşîlyolê Havvayin û li Parka Roma xwedî li dîrokê derdikevin. Em jinên ku li Şengalê ji bo pêşerojê li dijî DAIŞ'ê şer dikin û pêşengiya Şoreşa Rojava dikin."

Piştî Ayşeyê, Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan axivî. Ocalan da zanîn ku ji bo jinan her roj roja berxwedanê ye û wiha pêde çû: "Ne hedê tu kesê ye ku jinan ji mafên bingehîn û azadiya wê bêpar bihêlin. Têkoşîna jinan dê bi dawî ne be û dê bi sedsalan bidome. Ev berxwedanek bingehîne."

Dîlekê, anî ziman ku wan xwest ku têkoşîna jinên ku ne dinava wan de ne bidomînin û wiha domand: "Niha ji aliyê îktîdara AKP'ê ve bi dehan hevşaredar, parlamenter û siyasetmedarên me di girtîgehan de rehîn digirin. Ji têkoşîna azadiyê, aştî û demokrasiyê ditirsin. Tenê sedemek a vê tirsê heye. Ew jî jinên ku li dijî faşîzmê li berxwe didinin. Wê alê jinên hatine qetilkirin li erdê nemîne"

Piştî daxuyaniya çepemeniyê jinan bi erbane û tilîliyan qerenfîl û belavok belav kirin.