Jinên ku dibêjin 'Em natirsin' li Qada Sakarya kom dibin

15:26

ENQERE - Jinên ku li Enqerê bi boneya 25'ê Mijdarê li Qada Kolej hatin gel hev rastî mudexeleya polîsan hatin û di ecamê de 7 kes hat binçavkirin. Jinên ku bertek nîşanî êrîşan dan li Qada Sakarya li hev civiyan.

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê, rêxistina jinan ya li Enqerê ji bo meş pêk bînin li Qada Kolejê hatin gel hev. Polîsan riyên ku riyê meşê biriyan mudexeleyê jinan kirin. Di encama mudexeleyê de Pelîn Kalkan, Derman Gulmmez, Nur Aytemur û Yurdagul Cabat hatin binçavkirin. Qada Kolej bi temamî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Jinên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan dan li Qada Sakarya li hev civiyan. Jin li vir panqarta, "Em bêdeng nabin natirsin û îtaat nakin" vekirin.