Kongra Star 38'mîn salvegera PKK'ê pîroz kir

15:08

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi boneya 38'mîn salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêxistina Kongra Star bi boneya 38'mîn salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re weşand.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

"Bi boneya 38'mîn salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a ku bûye Partiya mirovahî, wekhevî, edalet, azadî û heqîqetê, dest pêkê em vê rojê li mîmarê Partiyê Rêber Apo û li tevahî gelê me yê welatparêz pîroz dikin. Dîsa em di pêşengiya şêhîden nemir Hakkî Karer, Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr de tevahî şehîdên xwe yên ku bi baweriya bîrdozî û felsefeya jiyanê ya PKK’ê di rêya tekoşîna azadiyê de şehîd ketine, carek din bibîrtînin. Em soz didin ku em ê bi bilindkirina tekoşîna azadiyê bighêjin serkeftinê.

Her saleke têkoşînê ya tevgera azadiya gelê Kurd bi pêşengtiya jinan di nava zor û zehmetiyên mezin de derbas dibe. Pêşketinên dîrokî bi saya berxwedaniya jina Kurd, gelê Kurd û şêhîdan hatine afirandin. Di nava têkoşîna destanî ya 38 salan de, PKK’ê xeteke ku rêya azadî nîşanî her kesekî dide ye. Civaka kurd a ku li ber qirkirinê bû, li ser bingehê azadiya jin û ciwanan, veguherand gelekî nû.

Şerê Sêyemîn ê cîhanê diqewime, ev şer bi giranî li sêgoşeya Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê bi rê ve diçe. Lewma ev şerê cîhanê û şerê azadiya Kurdistanê ji gelek aliyan ve paralel dimeşin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka kurd û pêwîstiya bi çareseriyê xwe li ser rewşa siyasî hîn zedê ferz dike. Him di herêmê him jî di qada navnetewî de dewletên faşîst û dewletnetew wekî di bin pêşengiya Tayyîp Erdogan û dîktatoriya AKP’ê de hewl didin bi şerê faşîst-qirkirinê yê topeykûn tevgera azadiyê û gelê kurd tune bikin. Di rewşa heyî de, dewleta dagirker û faşîst a Tirk, ku dijminê Kurdan e, ji hev dikeve. Statukoparêziya netewe-dewlet a faşîst ku hewl dide êrîşên xwe yên hovane li dijî gelên herêmê bidomîne, li Rojava-Bakurê Sûriyê bi pêşengtiya gelê kurd, ereb û hemû pêkhateyên din rastî berxwedanekî bêhempa tê. Him li asta netewî him jî di asta navnetewî de herkes li dijî vê statukoyê ye û ji bo ji holê rabe têkoşînê dimeşîne. Ew jî tê wateya encama berxwedana 38 salên şoreşgerî, aşitîxwaz û demokratîk a PKK'ê.

Di sala 38'mîn a tevgera azadiya gelê kurd de, bi sedan şehîd di nav şerê gelê şoreşger ji bo azadî û demokrasiyê li deşt û zozanan, çiya û bajaran bi destkeftiyên gelekî mezin encamên siyasî û leşkerî afirandin. Li dijî êrîşkariya DAIŞ û AKP'ê ya faşîst jinên Kurd ên fedekar, ciwanên kurd ên leheng û tevahiya gelê me li ber xwe dan. Bi boneya 38'mîn salvegera damezrandina tevgera azadiya gelê Kurd PKK'ê, em vê berxwedanê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li şehîdên şoreşê, jinan û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin.

Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan û gelan dikin ku vê rastiyê bibînin, xwedî li nirxên şoreşa jinê û şoreşa gelan derkevin. Werin em ji bo azadiya Kurdistanê, li ser bingehê demokrasiya gelan azadiya xwe bi mîrasa 38 salan tacîdar bikin û bi hev re bidest bixin!

Carek din bi hêviya azadiya Rêber Apo, cejna partiyê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li hemû Jinan, hevrêyan, gelê xwe pîroz dikin û bang li alîgirên demokrasiyê dikin ku li dijî faşîzma dewletneteweyan ber xwe bidin."