Polîsan mudexeleya meşa jinên Enqerê kir

14:57

ENQERE - Jinên ku bi boneya 25'ê Mijdarê li Qada Kolejê hatin gel hev, rastî mudeheleyê polîsan hatin. Gelek jin bi darpkirinê hatin binçavkirin.

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Cîhanî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê gelek rêxistinên jin yên Enqerê li Qada Kolejê hatin gel hev û xwestin meşek pêk bînin. Polîsan riyên ku jin wê meş lê pêk anibana girtin û mudexeleyê meşê kirin.

Di encama mudexeleyê polîsan de gelek jin hatin binçavkirin.