Konferans li dijî tundiya li ser jinê bi dawî bû

14:38

EFRÎN- Li Kantona Efrînê konferansa ku bi dirûşmeya "Şoreşa Rojava bersiva herî mezin e li dijî tundiya li ser jinê" destpêkiribû bi nîqaşên li ser têkoşîna jinan ya li hember tundiyê bi dawî bû.

Li Kantona Efrînê konferansa ku bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star, Desteya Jinê û Rêxistina Sarayê di çerçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, bi dirûşmeya "Şoreşa Rojava bersiva herî mezine li dijî tundiya li ser jinê" hatibû destpêkirin, bi moraleke bilind bidawî bû.

Konferans bi tevlîbûna 300 delegeyan bi deqeyeke rêzgirtin li Navenda TEV-Çand hate destpêkirin. Dİ konferansê de gelek mêvan ku mêr jî di nav de hebûn, endamên Rêxistina civaka Sivîl, jinên herêma Şehba, Şervanên YPJ'ê û endamên Asayîşa Jinê amede bûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê Rêvebera Kongra Star Wehîde Xelîl û endama Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinê bi zimanê erebî, kurdî û tirkî hat kirin. Piştî wê endama Rêveberiya Kongra Star Hêvî Hozan jî axivî.

Piştî axaftinan perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê jinê de ji aliyê mamosteya ziman Fatma Seyîdo ve hat xwendin. Her wiha Sineviziyonek ku têde rengê şîdeta li ser jinan tê meşandin dide diyarkirin, hat pêşkêşkirin.

Di konferansê de bîlançoya sala 2016'an ku jin tê de çiqas rastî şîdetê hatiye, ji hêla rêvebera Rêxistina Sara ve hat xwendin. Piştî wê deriyê nîqaşê li ser mijara şîdetê hate vekirin. Di nava nîqaşê de mijara giringiya perwerdekirina jinan derkete pêş.

Herî dawî şanoya 'Ronahiya piştî Tariyê' ji hêla Koma Şehîd Yekta ve hate pêşkêşkirin.