'Heta gorek a bavê min bê çêkirin, dê destê min di qirika qatilan de be'

14:30

STENBOL - Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya hefteya 609'emîn de keça Nîhat Aydogan ê ku polîsan ew binçav kir û winda kirin Necmiye Aydogan got: "Divê tu zarok bêyî dayîk û bav neyên hiştin" û aqûbeta bavê xwe pirsî.

Dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bi pirsin û kujer bên darizandin di hefteya 609'emîn de li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta ku li ser "Kujer diyarin winda li kuderê ne" hatiye nivîsin hat vekirin û wêneyên windahiyan hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê ku di 30'ê Mijdara 1994'an de piştî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat binçavkirin di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn. Di çalakiyê de biraziyê Parêzer Şevket Ozdemîr yê ku di sala 1993'an de di bin çavan de hat windakirin Behçet Ozdemîr axivî. Behçet da zanîn ku apê wî heta deqeya ku çavê xwe li jiyanê girt jî li pey doza xwe ya mafdar meşiya û wî diyar kir ku di baweriya xwe de çiqas serkeftiye.

Vê hefeteyê keça Nîhat Aydoganê ku aqûbeta wî hat pirsîn Necmiye Aydogan jî axivî. Necmiyeyê anî ziman ku wê bavê xwe qet nedîtiye û wiha axivî: "Wî çawa temaşe dikir nizanim, destê min çawa digirt nizanim. Kesên ku ev êş bi me dane kişandin, dê bi ezaba wijdanê heta dawiya temenê xwe bijîn. Divê tu zarok bêyî dayîk û bav neyên hiştin. Bi hezaran zarokên wekî min hene. Heta gorek a bavê min bê çêkirin, dê destê min di qirika qatilan de be."

Daxuyaniya hefteyê ji aliyê parêzer Gulseren Yolelî ve hat xwendin û ev tişt hatin gotin: "Bi salane em li vê qadê diyar dikin, bi sedan caran me ji saziyên peywedîdar xwest ku ji bo aqûbeta Nîhat Aydogan aşkera bikin û qatilên wî bên darizandin û di qada herêm û navneteweyî de bên darizandin daxuyaniyê bide."