Li Rimêlan 38'mîn salvegera damezirandina PKK'ê hat pîrozkirin

14:11

RIMÊLAN- Bi boneya 38'mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), TEV-Çand bi dirûşmeya "Bi rihê têkoşîna PKK'ê şoreşa Rojava û gelê Rojhilata Navîn wê biserkeve" li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê şahiyek girseyî li dar xist.

Li bajarê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê, bi boneya 38'mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), TEV-Dem û Saziya Malbatên Şehîdan şahiyek girseyî li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran pêk hat. Bi sedan endamên saziyan û welatiyên Kantona Cizîrê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Şahî bi tevlîbûna 9 komên muzîk, dîlan û hejmarek ji hunermendên Kantona Cizîrê dest pê kir. Di şahiyê de koma Şehîd Agirî ya Amûdê, Koma Zîlan ya Dirbêsiyê û Koma Serkeftin stranên li ser PKK'ê pêşkêşkirin. Koma Şehîd Welat ya Qamişlo jî dîlana xwe pêşkêşkirin. Paşê Elî Mensûr helbestek li ser dîroka PKK'ê xwend. Her wiha Koma Kevana Zêrîn a Jinên TEV-Çand yê Kantona Cizîrê jî çend stran li ser têkoşîna jinên di nava tevgera azadiyê de stran.

Li ser navê TEV- DEM'ê Hesen Koçer roja 27'ê mijdarê pîroz kir û wiha got: "Em vê roja pîroz li gelê gurd pîroz dikin. Ev roj bû roja roniya gelê kurd û Kurdistanê. Têkoşîna tevgrea azadiyê gavên dîrokî bi xwe re anîn. "

Di dawiya şahiyê de Koma Raco Agirî ya stran, Koma Tolhildan Hesekê ya govendê, Koma Girkê Legê û Rimêlan a stranan, her wiha hunermendên amade stranên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi coşek mezin bi dawî bû.