Jinên Kantona Cizîrê şîdeta li ser jinê bi meşeke girseyî şermezar kir

12:35

DIRBÊSIYÊ- Bi boneya 25'ê Mijdarê bi hezaran jin li bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê daketin qadan û bi meşek girseyî tundiya li ser jinê şermezar kir.

Bi boneya Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, li bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê bi hezaran jin daketin qadê. Meş li çerxereya Arîn Mîrkan dest pê kir û li çerxereya 'Qada Şehîdan' bi dawî bû.

Di meşê de Hevseroka MSD'ê Ilham Ehmed 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Mêr dîrokek bêy ku jin lê hebe nivîsiye. 5 hezar sale pergala desthilatdariyê bi hişmendiya desthilatdariyê civakê rêve dibe. Vê sîstemê jî bi rêya kolekirina jin, qirkirina mafê wê û tunekirina kesayeta wê didin meşandin. Pergala desthilatdariyê tu şansê jiyanê nade jinê. Em jî weke jin dê mafê xwe yê ku ji me hatiye dizîn, bi têkoşîn û berxwedanê bidest bixin."

Li ser navê Rêxistina Sara a li dijî tûndiya li ser jinê Muna Ebd-Selam jî da zanîn ku şîdet bi hemû rengên xwe binxistina mafê mirovahiyê ye û wiha pê de çû: "Şîdet binxistina mafên mirovahiyê ye, şîdet li ser malbat, zarokan û jinan pêk tê. Dewleta tirk jî bi kiryarên xwe yên ku li ser jinan dide meşandin, dixwaze vîna jinê bin pê bike. Mîna girtina parlementeran, hevserokên HDP'ê şaredariyan û girtina rêxistinên KJA. Ev şîdet sûcekî mezin e, divê em li dijî hemû bi hev re xebat bikin û mafê xwe bidest bixin."

Li ser navê jinên suriyanî jî Sîham Qeriyo hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û wiha axivî: "Jina azad civakeke azad ava dike, jinên Rojavayê Kurdistanê li Kantona Kobanê, Cizîr û Efrînê de astên serkeftinê di şoreşê de bidesxistin. Di hemû qadan de cihê xwe girt û li hember çeteyên teror jî têkoşîn da meşandin. Li ser vî bingehî em ji şîdetê re dibêjin 'Na'. Em ji hemû jinan re dibêjin bêdengiyê bişkînin, mafê xwe bixwazin û azad bibe."

Meş bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.