'Sekna jinan a berxwedêr dê bi serkeftinê bi encm bibe'
13:37
MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA'yê jinan der barê , 25 mijdarê de  li  avahiya DBP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
Li Mêrdînê jinan bi pêşengiya TJA'yê der barê 25 mijdarê de daxuyanî  dan çapemeniyê.  daxuyanî ji aliyê rêvebira HDP'ê Eylem Amak  ve hat xwendin xwendin.  Eylem diyar kir ku, ger daxwazoya aşitiyê û wekhêviyê suc be ew ê vî sucî her tim bikin û wiha  berdewam kir:"Jin di roja   25 mijdarê de û   her roj  li hemberî  tundî ,zilm û tunehesibandinê sekna xwe ya berxweder nîşanî hişmendiya mêr  didin û ev sekna jinan dê encamek mezin bigire.  Dê jin vê tarîbûnê bi dawî bike.. Em berxwedan û têkoşîna jinan slav dikîn û em dibêjin ku dê sekna jinên berxwedêr bi serkeftin ê bi encam bibe."
Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ku  jin dê li hemberî hemû êrîşên hikumetê li ber xwe bidin û daxuyanî bi dirûşmeyên 'Jin jiyan Azadî'  bi dawî bû.  Her wiha piştî daxuyaniya ku hat dayîn jinan ji bo  girtîyên sîyasî  bi minasebeta 25'ê midarê name şandin.
