Zarokê ku bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin jiyana xwe ji dest da!
12:14
İZMİR –  Li Tirkiyeye ya ku pêşnûme qanûna  tecawizkaran diparêze tê niqaşkirin, Y. K. ya 9 salî  ku rastî êrîşa zayendî hat,  krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Kizilayê ya Bornovaya Îzmîrê  Y.K. ya 9 salî  bi êrîşa zayendî re rûbirû hatibû hiştin. Zaroka ku berî bi 4 mehan ji bo lîstikê çûbû mala hevala xwe ji aliyê kalê hevala xwe de bi êrîşa zayendî re rûbirû mabû.  Piştî ku Y. K. çûbû li malê tiştê jiyabû got, malbatê li bersûc gilî kiribû.   Li ser giliyê malbatê bersûcê 56 salî T. Ç.  de  li 7’emîn Dadgeha Cezayê giran a Îzmîrê  derbarê T.Ç. de doza hatibû vekirin. Ji ber bersûc negirtî dihat darizandin  Y.K. nema çû dibistanê û dermankirina derûniyê didît.
 
Her wihha Y.K ya ku  travma dijiya û ji tirsa êdî debar nedikir  berî daneşîna bersûc ya yekem ya ku nêz bû qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Malbata zaroka 9 salî diyar kir ku heta bersûc cezayê heq kiriye bigire dê dozê bişopînin.
 

