Kongra Star li Girê Spî pêşengehek vekir
15:48
JINHA
 
GIRÊ SPÎ- Di çerçoveya plansaziya 25’ê Mijdarê Rêxistina Kongreya Starê li Girê Spî pêşengehek vekir. Di pêşengehê de wêneyên ku rastî şîdetê tên hat pêşandan.
 
Rêxistina Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja  Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, li Girê Spî pêşengehek vekir. Di pêşengehê de wêneyên ku jin tê de rastî şîdetê hatine, hat pêşkêşkirin. Di vekirina pêşengehê de jinên ermenî û ereb jî amade bûn. Hin jinên amade nerînên xwe ser vekirina pêşengehê anîn ziman.
 
Endama Desteya Jinê ya Girê Spî Dalya Mihemed  got ku ev pêşengeh ji bo şermezarkirina şîdeta li ser jinê hatiye vekirin û wiha dom kir: "Ez pir kêfxweşim bi vekirina vê pêşengehê. Em du salan di bin serdestiya DAIŞ'ê de man, em niha azadiyê hîs dikin. Ez jî weke gelek jinên Girê Spî êdî dikarim li ku bixwazim kar bikim. " 
 
