Hediye ya ku hat şewitandin hat definkirin
13:52
JINHA
WAN -  Li Erdîşa Wanê Hediye Ataman ya ku 18'ê mijdarê  di emcama serdegirtina mala xwe de bi mala xwe re hat şewitandin îro li Goristana Çelebîgagê ya Navendê  hat deftinkirin. 
Cenazeyê Hediye Ataman ya ku 18'ê mijdarê li Erdîşa Wanê di encama serdegirtina mala xwe de bi mala xwe re bi saxî hat şewitandin, du bişev ji aliyê malbata wê ve cenazeyê wê  ji Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Wanê hat girtin û anîn navçeya Erdîşê. Cenaze ji aliyê malbatê ve li Goristana Çelebîbagê ya Navendê ji aliyê malbatê ve piştî wecîbeyên olî hat definkirin.
Piştî ku Hediye hat definkirin malbata wê li taxa Çelebîbagê li ber mala xwe konê şînê vekir.
