Dê KJA Têkoşîna xwe bi navê TJA'yê berdewam bike
11:42
JINHA 
AMED -  Di encama niqaşên ku di hevdîtina jinan hatin kirin de biryar hat girtin  ku piştî  girtina KJA'yê dê  jinên kurd di bin navê Tevgera Jinên Azad  (TJA) de xebatên xwe berdewam bikin. Endama TJA'yê Ezgî Torun jî diyar kir ku xebatên xwe yên di bin navê KJA'yê de didan meşandin ku nîvco man dê ji îro û şûnde di bin navê TJA'yê de berdewam bikin û dê bi hêztir ji jinan re bibin bersiv. 
Di encama niqaşên ku di hevdîtina jinan a di 20'ê mijdarê de  hatin kirin de biryar hat girtin  ku piştî  girtina KJA'yê dê  jinên kurd di bin navê Tevgera Jinên Azad  (TJA) de xebatên xwe berdewam bikin. Endama TJA'yê Ezgî torun ya ku  derbarê biryarê de agahî dan wiha got: "Di hevdîtina jinan ya ragihandidina TJA'yê de, gelek hevalên me yên  jinên ku têkoşîna jinan didan meşandin û jinên ji cîhanê tevli me bûn û piştgirî  dan me. Ji ber vê piştgiriya wan em ji wan re spas dikin." 
'Ji bo ku ji  wan  re bibe bersivê TJA hat damezrandin'
Ezgî bal kişand ser armanca damezrandina TJA'yê û wiha got: "Piştî ku saziyên jinan ên di bin banê KJA'^yê de xebatên xwe didan meşandin hatin girtin ev helwest ji bo jinan bû xala dawîn.  Em  jinên TJA'yê  em ê xebat û têkoşîna xwe yên ku di dema KJA'yê de nîvco man  berdewam bikin. Xebatên me nikarin bên sînordarkriin. Hem daxwazeke jinên kurd û hem jî ya jinên sosyalîst û ya jinên ku têkoşîna zayendî dimeşînin a bi vî rengî hebû. Ji bo ku em ji bo wan bibin bersiv me TJA damezrand."
'Em ji bo piştgiriya wan spas dikin'
Ezgî diyar kir ku KJA tenê ne saziyeke ku Kurdistan û Tirkiyeyê xebat dida meşandin û ev tişt got: " KJA saziyeke ku ji cîhanê re bûbû mal  û ya ku bi têkoşîna xwe ya navneteweyî  dihat naskirin bû.  Ji bo hevdîtina îlankirina  TJA'yê  gelek jinên ku têkojîna jinê didan meşandin tevli me bûn û piştgirî dan me. Ji bo piştgiriya ku dan me  em ji wan hemû jinan re spasiyên xwe pêşkêş dikin."
'Em ê têkoşîna xwe bidomîn'
Ez gî  hemû jin ji bo ji pêşnûmeya şofndina tecawizkaran re bibêjin nav vexwendin qadan û wiha dawî li axaftina xwe anî:  " Di vê ku jin li her derê çalakiyan  bikin. Li pêşiya me 25'ê mijdarê heye. Em bang li hemû jinan dikin ku li zarokên keç yên pêşeroja me ne xwedî derkevin. Ev tenê ne pirsgirêka jinên kurd an jî ya jinên Tirk e.  Ev pirsgirêkek navneteweyî ye. Em  jin û zarok em ê ji bo vê neheqiyê her qadan bin."
