Dê pêşnûmeya der barê êrîşên zayendî de paşve bê kişandin
11:11
							Mijdar
							22
							/ 2016
						
						
						
						
						
						
					JINHA 
İSTANBUL -  Serkokwezîrê tirk Bînalî Yildirim  bi daxuyaniyekê diyar kir ku pêşnûmeqanûna der barê êrîşên zayendî ya ku dê îro di Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de li ser niqaş bihata kirin paşve kişandine.
Serokwezîr Bînalî Yildirim yê ku li balafirgehê pirsên rojnamegeran bersivand got ku ew ê pêşnûmeya der barê tecawizkaran de paşve bikişînin. Her wiha pêşnûmeya ku tecavuzkaran dişofîne  ji roja ku ketibû rojevê bibû sedema bertekên jinan.

