Nuriye cara 12’emîn hat binçavkirin
15:19
JINHA
 
ENQERE –  Akademîsyen Nuriye Gulmen cara 12’emîn hat binçvkirin.
 Akademîsyen Nuriye Gulmen ya ku li Zanîgeha Selçukê xebata xwe berdewam dikir ku bi biryarnameya OHAl’ê ji karê xwe hat dûrxistin cara 12’emîn hat binçavkirin.  Nuriyeya ku her roj dihat li cadeya Yukselê  rûdinşt û daxawaza karê xwe dikir ji ber ku xwest dowîzê li ser “Ez karê xwe dixwazim” veke  îro careke din ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û hat binçavkirin.  Nûriye piştî ku hat binçavkirin  li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Min bi tena serê xwe dîsa li dijî xala 2911’e muxaleft kir û ez di bin çavan de me. Lê dê dîsa serkeftin ya têkoşeran be.”

