UNISEF'ê jî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna 'îstîsmarê' da
11:13
JINHA 
NAVENDA NÛÇEYAN-  Bertekeke tund ya li dijî pêşnûmeya îstîsmarê jî ji NY'yê hat û hat xwestin ku li dijî pêşnûmeqanûna ku AKP Pêşkêşî meclisê kiriye divê tişta pêwist bê kirin.
Bertekeke tund ya li dijî pêşnûmeqanûna sererastkirina   îstîsmarê jî ji Neteweyên Yekbûyî ( NY)  hat û hat xwestin ku li dijî pêşnûmeqanûna ku AKP Pêşkêşî meclisê kiriye divê tişta pêwist bê kirin. Di daxuyaniya NY'yê ya ku ji aliyê Berdevkê Çapemeniya  Fona Piştgiriyê ya ji bo Zarokan (UNICEF) a di bin banê NY'yê de xebatên xwe dimeşîne  Chrîstophel Boulîerac ve hat dayîn de  wiha hat gotin: "Her cure şîdeta ku li zarokan tê kirin sûc e û divê ku bê cezakirin.  Hemû biryarên ku der barê zarokan de tên girtin divê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên zarokan be."
Chrîstophe Bounlîerac di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku UNISEF ji vê pêşnûmeqanûna ku ji bo efukirina sûcdaran  ji aliyê AKP'ê ve pêşkêşî meclisê hatiye kirin bi guman e û wiha berdewam kir: " Em bang li hemû endamên  meclisa Tirkiyeyê dikin ku ji bo parastina zarokên li Tirkiyeyê dijîn çi ji destê wan tê bikin û li zarokan  xwedî derkevin.

