Gerîlayên li Dêrsimê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin (1)
14:38
JINHA 
DERSIM -  JI Gerîlayên li Dêrsimê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dan; Gerîlaya YJA Starê Dîlek  Gunenç (Roza Hêlîn), Cemal Kaya (Sevfkan Dersim) û Ugurcan Akguner (Şiyar Dersim), li Dêersimê  piştî merasîma li  cemxaneyê  li gundên xwe hatin oxirkirin.
Ji 14 gerîlayên  YJA Star û HPG'ê yên ku li geliyê Pulemûra Dêrsimê di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dan,  cenazeyê 12 kesan  duh li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê  hatin teşhîskirin û piştî teşhîskirinê malbatan cenazeyên zarokê xwe birin  cihê ku lê bên definkirin.   Cenazeyên ku hatin teşhîskirin navên wan wiha ne:  Cemal Kaya (Sefkan Dersim), Dilan Akkoç (Destan Agit), Şevin Akdamar (Nûjîn Solîn), Dilek Gunenç (Roza Hêlîn), İbrahim Gultekin (Dogan Amed), Şenay Laleşahîn (Ciwana Amed), Sultan Gokturk ( Jîn Şîrvan), Semra Elalmiş (Peyman Kürdistan), Uğurcan Akgunder (Şiyar Dersim), Ramazan Karadag (Piling Sur), Mahmut Bîlgî (Seyîtxan Amed) ve Yavuz Unal (Rûbar Hanî)
Li Dêrsimê merasîm
Ji cenazeyên  ku hatin teşhîskirin yê gerîlayê HPG'ê  Ugurcan Akgunder  û gerîlaya YJA Starê  Dîlek Gunenç  li dersimê hatin defirnkrin.   Di merasîma cenazeyan ya ku li cemxaneyê pêk hat de  Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê  Berdan Ozturk,  Palamenterê Êlihê  yê HDP'ê Ayşe Ozgur Başaran,  Parlamenterê  Dêrsimê yê HDP'ê  Alîcan Onlu,  hevşaredarên Dêrsimê   Nurhayat Altun  û Huseyîn Çetînkaya û gelek siyasetmedar û welatî  jî tevli bûn.
Piştî axaftinên ku di merasîmê de hatin kirin li gel dirûşm û sirûdên ku hatin xwendin Dîlek Gunenç  ji bo li  Çemîşkezekê û  Ugurcan Akgunder jî bo  li gundê  Milê bê definkirin hatin oxirkirin. 
 
(ekip/gc/mk)

