Em mecbûr man ku ji Kobanê koç bikin
09:08
JINHA
AMED-  Ji ber şer û pevçûnên ku li rojavayê Kurdistnê qewimîn gelek kes mecbûr man ku malên xwe terk bikin.  Ji van malbatên ku koçber bûn  yek jê jî malbata Ruken Muslum e ku ji kobanê koçber bûye û niha li taxa Şilbêya Amedê rûdinê.  Rûken diyar kir ku ji ber ku hevjînê wê di destê DAIŞ'ê de bû piştî ku ji destên wan xilas bû mecbûr mane ku ji Kobanê koç bikin.
ji ber şerê ku li rojavayê Kurdistnê qewimî  gelek  kes mecbûr man ku  ji warê xwe koçber bibin.  Ji van malbatan yek jî  malbata  Ruken Muslum e ku  ji Kobanê koçber bûye û  niha  li taxa Şilbêya Yenîşehira Amedê rudinê ye.  Ruken Muslum ya ku der barê jiyana xwe û şerê Rojava kir wiha got:  "Me nedixwest ku em ji Kobanê koç bikin,   me digot heya dilopek  xwîna  me hebe em ê li welatê xwe   li ber xwe bidin û ji warên ."
Ji ber zilmê  koçber bûn
Rûkenê destnîşan kir ku wan ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê koç kiriye û wiha bahsa zordestiya çeteyên DAIŞ'ê kir: "  Ji ber ku wêneyê Kobanê di telefona hevjînê min de dîdtin hevjînê min revandin û birin.  Ji ber ku hevjînê min  birin em  jî bitena serê xwe li malê man û xaniyê me jî dihat bombebarankirin.  Piştre hevjînê min  ji destê çeteyên neyar  û ji ber ku êdî em nema karibûn li Kobanê bijya em bi hev re koçber bûn û hatin Amedê.   Ji ber ku çeteyên  DAÎŞ'ê li hevjînê min dabûn  serê wî û lingê wî şikandibûn û  hîna  jî hesin di lingê  wîde heye û serê wî jî enfeksiyon girtiye. "
Piştî ku hevjînê min rizgar bû em hatin ser sinor  û ji wir jî der basî Amedê bûn. Di dema derbasbûnê de jî em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man.  Li ser sînor kesên ku me ew nas nedikirin ji me pere xwestin.  Ji bo me gotin ku ger hûn  pere nedin em ê we radestî leşkerên tirk bikin.  Heta ku me sînor derbas kir em bigelek persgirêkan re rû bir û man." 
'Li vê derê ji aliyê gel ve me eleqeyeke baş dît'
Rûkenê diyar kir ku pişt sînor derbas kirine rastî eleqeyeke mezin ya gelê Bakur hatine û wiha got: "ji ber ku em koçber bûn me zahmetiyeke dijwar dît û em bi cilên li ser xwe hatin. Lê ji bo me eleqeyeke mezin nîşan da û bi me re gelek bû alîkar."
 
(ra/mk)

