Bi wî temenê xwe êzingan ji hev vediqetîne
09:09
JINHA
AMED - Li taxa Şilbêya Yenîşehira Amedê  dayika gulê ligel temenê xwe yê mezin amadekariya zivistanê dike û êzingan kom dike.
 
Li taxa Şilbê  ya Yenîşehîra Amedê ji bo amedekariya  zivistanê komkirina êzingan hat destpêkirin. Dayika bi navê Hecî Gulê Kurt  ya  ku hem 65 salî ye û hem jî nexweş e, lê  dîsa jî  ji bo zivistanê pê xwe germ bike êzingan  kom  dike wiha got: "Buka min û tiyê min diçin ber devê çêm êzingan kom dikin û  tînin malê ji bo ku em zivistanê xwe bi wan germ bikin.  Buka min êzingan kom dike û ez jî êzingên ku kom dike ji hev vediqetînim.  Em êzingên ku kom dikin  ji bo vêxistina  tenûrê, sobeyê  û guçikan  kom dikin."
Dayika gulê ya ku êzingan bi bûka xwe re kom dike diyar kir ku ew êzingên kom dikin ji bo ku cuda cuda bi kar bînin ji hev cuda dikin û ev tişt got: "Em êzingên xwe yên zirav ji bo tenûrê bi kar tînin û yên qalind jî ji bo kuçik û sobeyê bi kar tînin."
Her wiha dayika gulê destnîşan kir ku ew ne tenê êzingan kom dikin û got ku ew di heman demê de pîştî ku pembû kom dikin darên  qirş û qlên pembû jî em ji bo tendurê bi kar tînin.
(ra/mk)
