Ji piştevaniya Mor kampanyaya ‘Em xwe digihînin ‘Kesên hewcedar’

11:43


EDENE- Endamên Jin yên Piştevaniya Mor ji bo malbatên hatine mexdurkirin kampanyayek bi dirûşmeya ‘Em xwe digihînin kesên hewcedar’ dan destpêkirin û bang kirin ku kampanya bê mezin kirin û zarok bên germkirin.

Endamên Piştevaniya Mor ya Edenê bi şîara ‘parve bike, bikene, bide kenandin’ kampanyaya teqasê da destpêkirin û bi kampanyayek nû ya ‘Em xwe digihînin kesên hewcedar’ xebat dan destpêkirin. Jinên piştevaniya Mor hedef dikin ku bi vê kampanyayê xwe bigihînin kesên hewcedar. Ji Piştevaniya Mor Çîgdem Ozdenîzê da zanîn ku bi awayekî koleketîf alavên berhev kirine wê bigihînin kesên hewcedar û banga piştgiriya kampanyayê kir.

Çîgdemê anî ziman ku bu alavên ku bi vê kampanyayê bidest bixin wê ji bo malbatên bên tespîtkirin bişînin û ev tişt anîn ziman: “Dema me ev pêk anî, me lîsteya hewcedariyê derxist û me tiştên ku malbatan jiyane hîn kir. Em bi taybet zarokan guhdar dikin û pirsgirêkên wan çareser dikin.”

Çîgdemê bi lêv kir ku ev çend roje kampanya dane destpêkirin û rastî eleqeyek mezin hatiye. Çîgdemê di berdewamiyê de anî ziman ku wan li dijî mexduriyeta malbatan xwestiye bêdeng nemînin û kampanya dane destpêkirin.

Hadi em kampanyayê mezin bikin

Çîgdemê di dawiya axaftina xwe de banga piştgiriya kampanyayê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro roj roja wê heye. Ger em zarokan jibîr bikin emê ji wijdana xwe re bêjin çi. Dema piştevaniyê ye. hadi em destê xwe bidin hev. Em zarokên xwe germ bikin. em kampanyaya xwe mezin bikin.”