Bîlançoya êrîşên 2016’an yên AKP’ê: 22 Hevserok girtîne, 35 şaredarî jî qayyûm tayînkirin

11:40


AMED- Di encama opersyonên qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên HDP û DBP’ê pêk hatin, ji bo gelek şaredariyên DBP’î qayyûm hat tayînkirin.

Di hilbijartinên 2014’an de dBP’ê li 10 bajar û 96 navçeyî şaredarî qezenc kirin. di 11’ê îlonê û vir de ji bo 35 şaredariyên DBP’î qayyûm hat tayînkirin. Ji 29’ê Mijdarê û heta niha 45 hevşaredar hatin girtin. Ji van 22 heb yên jin bûn, 4 wekîl û di jî hevserokên partiyê bûn. Her wiha 38 hevşaredar jî ji peywirê hatin girtin.

Girtina siyasetmedarên Kurd roj bi roj zêde dibe. Bi taybet piştî gotinên serokkomar Recep Tayyîp Erdogan yên piştî hilbijartinê, êrîşên li dijî hevşaredaran zêde bûn. AKP ya ku pişî hilbijartinan Mêrdîn jî winda kir, dest bi êrîşan kir.

Serokwezîr biguherin jî reşkirina şaredariyên DBP’ê berdewam kir

Serokkomar nîşaneya yekemîn di Çileyê 2016’an de bi hevkariya serokwezîrê demî Ahmet Davutoglu da. Ahmet Davutoglu li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ plana master ya ji 10 heban pêk tê vegot û şaredariyên DBP’ê bi sûcdariya ku ‘terorîstan îstîhdam dike’ sûcdar kiribû. Bi taybet sê şaredarî hedefa wî bû. Amed, Wan û Mêrdîn. Bi çuyîna Davutoglu re, Bînalî Yildirim bû serokwezîr û heman polîtîka meşand.

Serokwezîr guherîn lê gotin neguherîn. Bînalî Yildirim şaredariyên DBP’ê bi sûcdariyên wekê ‘ciwanan tevlî rêxistina terorê dike’ sûcdar kir. Dema ev sûcdarî dihatin kirin mufetîşan li şaredariyan lêkolîn dikir. Ji tebaxa 2015’an heta Hezîrana 2016’an ji 20’an zêdetir mufetîş çûn şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

‘Hejmara hevserokên ji peywirê hatin durxistin 22 ye’

Hikûmeta ku tayînkirina qayyûman sînor nema vê varê parlamenterên HDP’ê xistin girtîgehê. Piştî girtina hevserokên giştî yên HDP’ê şûnde li girtîgehan polîtîkaya dîlgirtinê didomîne. Hikûmeta siyasetmedarên jin kir hedefa xwe jin dîl girtin û hewl dan ji holê rabikin. Hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak, berdevka demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata û gelek jin rastî êrîşê hatin û tên. Di sala dawî de hejmara hevserokên jin yên hatin girtin bûn 22.

22 hevserokên jin jî hatin girtin

Li Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê qada ku siyaset bê kirin nema. Di pêvajoya dawî de hevserokê hatin girtin wihane: “Hevseroka giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn, Hevşaredara Karakoçanê Cennet Ayik, Hevşaredara Qerboranê Zeynep Sipçîk, Hevşaredara Elkê Seyran Argan, Hevşareara Dêrikê Sabahat Çetînkaya, Hevşaredara Diyadînê Hazal Aras, Hevşaredara Erganiyê Aygun Taşkin, Hevşaredara Bulaniqê Fîgen Yaşar, Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman, Hevşaredara Tekmanê Tulay Karaca, Hevşaredara Mîksê Zîlan Aldatmaz, Hevşaredara Çaldêranê Suna Atabay, hevşaredara Ovakişla Servîn Karakoç, Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî, Hevşaredara Dêrsîmê Nurhayat Altun, Hevşaredara Başverimliyê Rabîa Takas, Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr, Hevşaredara Guroymakê Senayet Ata, Hevşaredara Melezgîrê Memnune Soylemez.”

Parlamenterên jin yên girtî: Fîgen Yuksekdag, Nursel Aydogan, Selma Irmaq, Leyla Bîrlîk û Gulser Yildirime.