Li Wêranşarê polîsan 4 kes qetil kirin

11:40

RIHA - Li Wêranşarê polîsên hêza taybet bi sermalekê de girtin. Di encama serdegirtina malê de 2 jê jin 4 kes hatin qetilkirin.

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li taxa Demîrcî polîsên hêza taybet bi ser malekê de girtin. Di encama serdegirtina malê de 2 jê jin 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin nasnameyên wan nehatin aşkerakirin û walîtiyê jî der barê bûyerê de bi daxuyaniya ku da diyar kir ku li dijî PKK'yiyan operasyona pêk anîne. Her wiha nehat zanîn ku kesên hatin qetilkirin sivîl in an jî PKK'yî ne.