‘Ez bi têkoşînê bûm xwedî gotin’

09:34

EDENE- Nurcan Akkapili ya ku di temenê biçûk de hat zewicandin li dijî şîdeta ku dît serî hilda û jiyana xwe ava kir. Nurcanê li ber deriyê xwe manav vekir û diyar kir ku ew bi têkoşînek mezin di civakê de bû xwedî gotin.

Nurcan Nur Akkapili ku li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Akkapili dijî ev 7 sale dukana manaviyê vekiriye. Nurcan ku di temenê biçûk de ji aliyê malbatê ve hat zewicandin di temenê biçûk de dibe dayik. Nurcan ku 5 zarokên wê hene jiyana wê bi têkoşînê didome û ev jî hêzek mezin dide wê. Nurcan ku di nav şîdetê de jiyana xwe didomîne wiha got: “Ez jî wek her jinekê rastî şîdetê hatim. Ez 10 salan di atolyeya mobîlyayê de xebitîm. Ew kar wek karê mêran dihat dîtin. Lê min ew şikand. Jinên ez dîtim jî dest bi vî karî kir.

Nurcanê bi lêv kir ku li şûna serî bi tewîne têkoşîn tercih kiriye û hemû zext şikandine. Nurcanê da zanîn ku bi têkoşîneke mezin di civakê de bûye xwedî gotin û bang têkoşînê li hemû jinan kir.