Li Bismilê ji bo jinan wê qadên nû yên hilberînê bên avakirin

09:31

AMED- Endama KCD’ê Sîbel Yazici diyar kir ku li Bismilê ji bo jin tevlî hilberînê bibin gelek projeyan wê bikin jiyanê û wiha got: “Emê li Bismilê rêxistibûna jinê mezin bikin. Emê jiyana azad bikin jiyana hemû jinan.”

Li navçeya Bimsil a Amedê ji bo jinan gelek qadên kedê hatin avakirin. Endama KCD’ê Sîbel Yazici xebatên wê pêk bên vegot û got divê jin li her qadê bi rengê xwe hebin.

Sîbelê diyar kir ku divê jin xwe xurt bibînin û zewac û zarokan wek astengî nebînin û wiha pê de çû: “Ger em xwe qels û bê bandor bibînin wê demê em nekarin tiştekî bikin. zîhniyeta dewletê êrîşê jinan dike û mafan xesp dike. Em vê dizanin û emê li dijî van têbikoşin. Divê jin xwe xurt bibînin û keda jinê derkeve holê.”

‘Emê ji bo jinan mandrayê çêbikin’

Sîbelê wiha berdewam kir: “ Li Bismilê me ji bo jinan zevî ava kirin. Jinan çandinî kirin. îsot, balcan, firingî û gelek sebzeyên din çandin û li bazaran firotin. Jinan tezgahên xwe ava kirin. bi keda xwe pere qezenckirin. Armanca me eve ku em aboriya jinê xurt bikin. em keda jinê derxin holê. Ji bilî vê têkildarî koçeran de projeyek me heye. Em mandrayê ava bikin û şîrê ji Berîvanan bê girtin, wê bikin penîr û mast.”

Sîbelê di dawiya axaftina xwe de li Bismilê ji bo jinan zêdetir qadên jiyanê ava dikin û bi lêv kir ku wê jiyana azad bikin jiyana hemû jinan.