Gundem Zarok nehatiba girtin wê ewlehiya yurdan lêkolîn bikira

09:16

ENQERE-Di yurda xwendekaran ya girêdayê tarîkatê ya Aladagê de komku jî hat jiyîn û ev li Tirkiyeyê ne mînaka ewile. Ev yurdên ku li Konya, Amed û gelek deverên din bên kontrol tê vekirin, gelek zarokî jiyana xwe ji dest da. Herî dawî Komeleya Zarokan a Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin di projeya xwe ya yek de wê ewlehiya fîzîkî ya li dibistan û yurdan lêkolîn bikira.

Li navçeya Aladag a Edeneyê li yurda aydê tarîkaya Suleymaniyan de şewat derket û 12 zarokên keç û peywirdarekî yurdê jiyana xwe ji dest da. Di dema şewatê de derenceyên şewatê yên yurdê ji bo zarok nerevin hatibûn miftekirin û dîsa komkujiyek hat jiyîn.

Komeleyên di qada zarokan de dixebitin bi dehan carî anîbû ziman ku li van yurdan zarok rastî her cureyê îstîsmarê tên. Weqfên we yên Ensarê ku bi îstîmara zarokan hatibûn rojevê di pêvajoya OHAL’ê de nehatin girtin, lê Komeleya Zarokan a Gundemê ku di vê pêvajoyê de hewcdarî gelek bi projeyên wê hene bi awayekî dijhiqûqê hat girtin.

Wê yurt lêkolîn bikira

Komeleya Zarokan a Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin, yek ji projeyên wê ev bû ku ‘Ewlehiya Fizîkî ya Dibistan û Yurdan’ lêkolîn bike bû. Bi vê pêrojeyê dihat armanckirin ku bandorê psîkolojîk û bedenî, zirardîtina madî û manewî û her wiha pêşî li mirina zarokan bigirin.

Li gorî daneyên Gundem Zarokê di encama desturên bê kontrol û dijhiqûqî dane cemaetê di 2008’an de li Konyayê di qursa Kurdanê de hezaz çêbibû û 17 zarok miribûn û 29 heb birîndar bibûn. Dîsa di 2015’an de li Amedê qursa Kuranê şewitîbû û 6 zarok miribûn 6 heb birîndar bibûn. Dîsa di yurda Bogazîçî de ji ber tengbûna gazê teqîn pêk hatibû û 17 zarokên keç miribûn 29 jî birîndar bibûn.

12’ê Gulana 2016’an de zarokê 6 salî Efe Boz li Dibistana Seretayî ya Dumlupinar a Maltepe ya Stenbolê di lavaboyê de ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Li dibistana astengdaran jî Yunus Eser bi ber ceyranê ket û jiyana xwe ji dest da.

Dema ev bûyer li dibistan û yurdan pêk hatin hikûmetê ji bo fêdeya zarokan yek pêngavek neavêtibû.