Zarokên Şengalê eleqeyek mezin nîşanî zimanê dayikê didin

10:06

Îlham Hecî/JINHA

ŞENGAL - Zarokên ku ji ber êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn û xwe tevî malbatên xwe, xwe spartin çiyayên Şengalê eleqeyek mezin nîşanî perwerdehiya zimanê dayikê didin. Zarok gotin: "Derfetên me li vir kêmin, lê em her roj hînê tiştek nû dibin. Em ji dibistan û hevalên xwe pir hezdikin. Ziman hebûne."

Zarokên Şengalê bi zanabûna ziman hebûne, dest bi perwerdehiya xwe ya sala nû kirin. Zarokên ku li çiyayên Şengalê di nava şert û mercên giran dijîn û eleqeyek mezin nîşanî perwerdehiya zimanê dayikê didin û stranan li ser heskirina xwe ya bi zimanê dayikê re tînin ziman. Zaroka bi navê Rojîn Cesam diyar kir ku eger ziman nebe wateyê hebûnê tuneye û wiha got: "Ez ji mamoste û hevalên xwe gelek hezdikim. Çendê biçûk jî bin ez rêzê li wan digirim. Em waneyên xwe jî pir hezdikin. Car cara tîp û mjarên cuda cuda û carna jî wêne dibînin. Her du salên dibistana me pir baş derbas bûn. Em dixwazin hîn bêtir mamoste ziman bide me û hîn bitir hevalê me bên dibistanê”

Rojîna anî ziman ku ew stranek jî li ser zimanê dayikê derxistiye û got ku stranê wê bi vî aweyî ye: "Heylê dayê ez qurbanê,min bişîne dibistanê, dibistanê Kurdistanê lê bixwînim rê zimane.”

'Ez pir ji pirtûka ziman hez dikim'

Amara Seid jî kêfxweşiya xwe ya li hember ziman wiha reva dike: "Dibistan pir xweşe bi taybet bi zimanê dayikê. Ez pir ji pirtûka ziman hez dikim, ez dixwazim ez û hevalên xwe biçin gel hev û bi hevre bixwînin. Ji ber ku em perwerde ya xwe bi zimanê dayikê dibînin em qet zehmetî nakşînin. Mamosteyên me jî ji vir in. Bi çanda me û zimanê me mamoste me perwerde dikin.”

'Ger pênûsên bi reng hebin em dikarin wêneyên xweştir xêz bikin'

Dinya Emîn bi lêv kir ku ew diçe refa duyemîn û wiha got: "Em li dibistanê dixwînin û dinvîsin. Pirtûkên me nebûn, yên kevin dane me û em dixwazin yên nû ji mere bên. Ji ber derfetê Şengalê nîne. Em pirtûkên sala borî bikar tînin. Cardin amûrên mîna pênûs û lênûsk kêmin. Ger pênûsên bi reng hebin em dikarin wêneyên xweştir xêz bikin.”

'Mamoste her roj tiştekî nû nîşanî me dide'

Henan Elias ji bo dibistan û zimanê dayikê hestê xwe wiha parve kir: "Em li vir zimanê dayikê dixwînin, ez pir hez ji dibistanê dikim û kêfxweşim. Lîstokên ku em di dibistanê fêr dibin gelek xweş in. Mamoste her roj tiştekî nû nîşanî me dide û em jî diçin pişt dibistanê jî van lîstokan dîlîzîn û hevdu na êşînin.”