Ayayê biçûk ji bo malbatê zaroktiya xwe feda dike

09:14

Zehîde Ehmed/JINHA

MINBIC- Aya Ebdul Qadîra 9 salî berpirsyariya malbatê tev hildaye ser milên xwe û li kêleka rê dezgeh daniye.

Bajarê Minbic ya ku ji nêz ve rastî zordestî û zilma kûr ya çeteyên DAIŞ'ê hatiye, piştî ji aliyê şervanên QSD'ê hat rizgarkirin jî hîna şopa berhemên zîhniyeta wan ya li hember jinê maye. Aya Ebdul Qadir (9) li cihê ku li kolanê gel zarokan bilîze, berpirsyariya malbatê hildaye ser milên xwe û ji bo debara malê dixebite. Ayayê ku li bazara Minbicê dezgeh daniye û berçovî difroşe diyar kir ku berî sê mehan bavê wê ji aliyê sekvanên çeteyên DAIŞ'ê ve hatî kuştin û wiha got: "Dema gel me mêr bimrin, divê jin heya demeke dirêj qet ji malê dernekeve. Quranê bixwîne, nivêj bike. Ji ber vê dayika min nikare derkeve derve bixebite û pêdiviyên me yên jiyanê pêşwazî bike."

'Ez dixwazim vegerim dibistana xwe'

Ayayê ku pêwîstbû li dibistana xwe, ligel hevalên xwe lîstiba neçar maye malbata ku ji 8 neferan pêk tê xwedî bik. Ayayê anî ziman ku, car caran birayê wê yê biçûk jî pêre dibe alîkar û wiha domkir: "Ez dixxwazim vegerim dibistana xwe û wek hevtemeniyên xwe bijîm."

(bc/en/rc)