Di 12 saliyê de xizanî, şer û koçberî

09:03

JINHA

AMED - Suleymanê 12 salî ku di erebeya destan de cil û bergan difroşe bi dagirkirina Sûrê re destpêkê travmaya şer û piştre jî y akoçberiyê dijî. Suleymanê ku mala wan hatiye qedexekirin he roj diçe taxa xwe dibîne.

Zarokên di bin navê karkeriyê de rastî îstîsmarê tên, yek parçeyekî rastiya ku li gelê Kurd û Tirkiyeyê tê ferzkirinê ye. Suleymanê 12 salî ev 3 salin dixebite. Suleyman di erebeya destan de cil û bergan difiroşe.Piştî Sulêman ji mala wan ya Sûrê tê derxistin xizaniya wan mezintir dibe û mêtîngerî derdikeve du qatî.

Suleyman 10 mehe bi malbata xwe re ji mala xwe ya li taxa Cemal Yilmaz neçar man derkevin. Suleyman bi malbata xwe re bar dikin navçeya Baglar a Amedê. Suleyman gelek bêriya mala xwe dike û ji ber vê he roj 4 kîlometre dimeşe û diçe Sûrê. Suleyman kolan bi kolan digere û wek berê pere nakeve destê wî. Suleyman nîvê pere dide malbatê û got: "Ez ji bo wan deman bînim bîra xwe têm vir. Me jî li hundir berxwe da. Çawa Sûr vebe ezê biçim mala xwe. Ez wir ji kesî re nahêlim."

(mm-ra/hu)