Zimanê sûryanî di dibistanên Rojava de reh digire

09:08

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN- Li rojavayê Kurdistanê zarokên sûryanî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibînin.

Bi avabûna Netew-deweltan re pir gelên ku ne xwedî dewlet bûn û ji wan re kêm-netew dihate gotin, ji mafê pêşxistin û bikaranîna zimanên xwe mehûrm man. Gelê kurd ku bêtirî 40 mîlyon e, di bin desthilatdariya 4 dewletan de rastê asîmîlasyoneke hişk û polîtîkayê înkarê hatin. Êşa zilma netew-dewletê herî giran gelê kurd jiya. Li rojavayê Kurdistanê bi pêk hatina şoreşa gel re, bi perspektîfa Netewa-demokratîk ji tevahiya netewan re mafê parastin û pêşxistina ziman tê dayîn. Gelê sûryanî ku yek ji gelên herî kevnar yê herêmê ne, ji ber bandora netew-dewletê bi asîmîlasyonê re rûbirû mabûn, heta li gor daneyên Netewên Yekgirtî xeteriya tunebûnê jî dijîn. Lê li rojavayê Kurdistanê her pêkhate wek dewlemendiya çandî tê hesibandin. Lewre pêşxistina perwerdeya zimanê dayikê girîng e.

Di vê çarçoveyê de îsal li Kantona Cizîrê gelê sûryanî jî ji refa yekem heya 3'yemîn li gor bernameya fêrbûnê ya Rêveberiya Xweser ku ji hêla Komîteya KPCD'ê ve hatiye amadekirin, dê zarok perwerde bibînin. Ev yekemîn car e ku bi awayeke fermî û rêkûpêk zarokên sûryanî bi zimanê xwe yê dayikê dest bi perwerdeyê dikin. Li bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê li dibistana Tişrîn zarokên sûryanî waneyên xwe bi zimanê sûryanî dibîn in. Mamosteya xwendekarên sûryanî Nîlî Îshaq derbarê rêveçûna perwerdehiyê de nirxandin kir.

'Zimanê sûryanî bi tunebûnê re rûbirû mabû'

Nîliyê diyar kir ku zarokên sûryanî cara yekeme bi zimanê dayikê perwerdehî li dibistanê dibînin û got ji ber vê zarok gelek kêfxweşin. Nîliyê anî ziman ku ew di demek dîrokî re derbas dibin û wiha domand: "Pêdivî hebû ku zimanê sûryanî bi awayeke fermî li dibistanan pêşbikeve. Ji ber zimanê me ber bi tunebûnê ve diçû. Di pergala rejîma Baasê ya netewperest de tenê yek ziman heye ew jî erebî ye."

'Tevahî gel bi aweyek demokratîk ji mafê xwe sûdê digrin'

Nîliyê destnîşan kir ku ziman çanda gel diyar dike û wiha pêde çû: "Zimanê me jî çanda gelê me ye. Em dixwazin nifşên niha bi çand û zimanê xwe mezin bibin. Bi îlankirina Rêveberiya Xweser li rojavayê Kurdistanê her reng û her gel dikare bi zimanê xwe perwerde bibîne. Kurd, ereb, tirkmen, sûryan û hwd. bi rengek demokratîk ji mafên xwe sûdê digrin." Nîliyê anî ziman ku, hîna pirtûkên zimanê sûryanî ne gihane destê wan lê ew zarokan hînê tîpên sûryanî dikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em ê heya dawiyê vê xebatên bidomînin. Ji bo zarokên me di pêşerojê de xwedî li ziman û çandê xwe derkevin."

'Dixwazim bi zimanê xwe mezin bibim'

Xwendekara bi navê Mîlad Gewriye jî kêfxweşiya xwe ya perwerdeya bi zimanê dayikê wiha rave kir: "Ez pir ji zimanê sûryanî hez dikim û dixwazim bi zimanê xwe mezin bibim, bixwînim û biparêzim."

(en/rc)