‘Em ê her derê bikîn dibistan'

11:58

JINHA

AMED-Li Amedê malbat û mamosteyan morkirina dibistana Ferzad Kemanger bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Li Amedê dibistana Ferzad Kemanger bi biryara Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy ve hat morkirin. Ji bo ku vê biryarê şermezar bikin malbat û mamosteyan li ber dibistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku Parlementerên HDP'yên Amedê Sîbel Yigitalp û Îmam Taşçier ji tevlî bûn de morkirina dibistanê hat şermezarkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê parlamenter Îmam Taşçier ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Em ê her derê bikin dibistan. Ev 3 sal e dibistana me ya Ferzad Kemanger perwerdeya zimanê dayikê dide. Lê hikumetê tehemulî vê jî nekir û dibistan girtin. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ger ku pêdivî pê hebe em ê her derê bikîn dibistan. Zarokên me li vir hînî zimanê dayikê dibûn lê dewletê dibistana zarokan mor kir. Em ê heya dawîyê li ber xwe bidin."

Piştî daxuyaniyê xwendekara bi navê Girav Akbulut axivi Grav nêrazebûn nîşanî morkirina dibistanê da û wiha got:"Navê min Girav e ez keçikeke kurd im. dê û bavê min nikaribûn bi zimanê xwe perwerde bibinîn. Ew hatin asîmilekirin. Min di dibistaneke kurdî de dest bi perwerdeyê kir. Min xwe û hevalên xwe bi sûd dîtin. Lê mixabin ev mafê min ê xwezayi ji min girtin. Ez îro pir xemgîn im. Zarok tv ya me jî girtin. Ez vê rewşê şermezar dikim. Perwerdeya bi zimanê dayikê wekî hemû zarokên cîhanê mafê mine jî. Min ji mafê min bêpar nehêlin."

Pîştî daxuyanî û axaftinan malbat û mamosteyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê wê li ber dibistanê 3 seatan berdewam bike.

(zyd-ra/mk)