Zarok, zarok TV dixwazin

09:08

Ayşe Yilmaz/JINHA

MANÎSA - Di nava televîzyonên ku AKP'ê bi KHK'yan girt de Zarok TV jî hebû. Zarokan daxwaz kirin ku televîzyona wan şûnde bê û gotin: "Me bi zimanê xwe xêze fîlm temaşe dikir. Dema me temaşe dikir em kêfxweş bûn."

AKP'ê di çarçoveya OHAL'ê de bi KHK'yan gelek tevîzyon girtin û di nav de kanala ku weşana Kurdî dikir ya zarokan Zarok Tv jî hebû.

Li taxa Nurlupinar a navçeya Şehzadeler a Manîsayê Umut û Oykuyê da zanîn ku wan herî zêde ji 'Şînokan' hez dikir, lê îro li kolanê zarokên dilîzin temaşe dikin. Oyku got: "Min ji temaşekirina xêzefîlm gelek hez dikir. Lê êdî ji ber xêzefîlmê Kurdî tine ez ne kêfxweşim." Umut jî diyar kir ku ew dixwaze Zarok Tv temaşe bike.

Sînan jî bi lêv kir ku ew li kanalan yek bi yek li xêzefîlm digere û ji ber milê wî şikestiye nekare biçe kolanê jî. Mevlude Sîlîn jî got din ava televîzyonên hatine girtin de ya Zarok Tv jî heye û got ew gelek matmayî maye.

(hu)