Li dibistanan dersa kurdî bi axaftina tirkî tê dayîn

09:11

JINHA

AMED - Asîmîlasyona li ser zarokên Kurd bi girtina kanala ku bi kurdî weşan dikir, berdewam dike û her wiha li dibistanan dersên Kurdî yên tên dayîn jî li vê zêde bû. li dibistanên ku du saetan dersa Kurdî tê dayîn, di pirtûka dersa Kurdî de di rupela yekem de 'Xîtaba ji Ciwanên Tirk re' cih digire. Zarokan jî diyar kirin k udi dersên Kurdî de ji Kurdî pirtir Tirkî tê axaftin.

Bi bi biryarnameya KHK'ê re 12 Tv û 11 radyoyên weşana Kurdî dikirin ku nav de yekane kanala zarokan a kurdî weşan dikir Zarok Tv jî hat girtin. Piştî vê derket holê li dibistanan ku du saetan dersa Kurdî tê dayîn jî rastî pêkanînan tê. Hat diyar kirin ku pirtûka dersa Kurdî bi 'Xîtabe Ji Ciwanên Tirk re'destpê dike. Zarokan bertek nîşanê vê pêkanînê dan.

Xwendekarên dibistana navîn ya Îsekenderpaşayê Muhammed got: "Du saet dersên kurdî hene. Lê ne mamoste em nîşanê mamoste didin. Em gelek caran di vê dersê de Tirkî diaxivin. Bila ne vê pirtûkê Zarok TV bidin me

Botan jî kul i heman dibistanê dixwîne diyar kir ku dema wî Zarok Tv temaşe dikir baştir Kurdî hîn kiriye û got kanala wan digirin, pirtûkan didin wan. Botan got ew ne pirtûkê kanala xwe dixwazin.

(mm/hu)