Xeyala Yusuf dengbêjiyeke baş e

09:07

Medîne Mamedoglu/ JINHA

AMED – Yek ji kevneşopiya çanda Kurd ya herî kevn dengbêjî bi yên li dû xwe didome. yek ji van kesên ku dixwaze vê çandê mezin bike Yusufê 12 saliye.

Yek ji kevneşopiya herî kevn a çanda Kurd dengbêjiye. Hest û tiştên civakê jiyane vedibêje û gel eleqeyek mezin nîşan dide. dengbêj klaman tenê bi dengê xwe distirên û klam derbasî nifşan bûye û hişekî girîng ava dike. Yek ji taybetiyên herî mezin a denbêjan tiştên ku dibînin demildest vedibêje ye. yek ji van kesên ku dixwaze vê çandê mezin bike Yusufê 12 saliye.

Yusuf kut ê mala Dengbêjan a li Sûra Amedê ye, diyar dike ku bi saya bav û kalê xwe ji dengbêjiyê hez kiriye û got: Min li gund dengbêjî dikir. Tevî ez biçûk bûm jî min jê hez dikir. Ez niha li Amedê me û hefteyê çend rojan têm vir.” Yusuf diyar kir ku divê hemû zarok û malbat eleqeyê nîşanê vê hunerê bidin.

(zt/hu)