Zarok: Em Zarok Tv dixwazin

09:45

JINHA

WAN- Zarokên Wanê ji bo reşkirina Zarok Tv’yê xemgîniyên xwe anî ziman û daxwaza wan ew e ku Zarok Tv bê vekirin.

Pişti ku li Tirkiyeyê OHAL hat îlankirin û şûnde zext û êrîşên li ser çapemeniya azad jî her ku diçe zêde dibin. Ji aliyê Hikumeta AKP’ê 20 Tv u Radyo hatin reşkirin. Din ava wan de qenala Zarokan Zarok Tv jî hebû. Zarokên Wanê bi reşkirina qenala wan xemgînin. Zarokan diyarkir ku, ew her tim qenala Zarok Tv temaşe dikin û em Tv’yên tirkan temaşe nakin.”
‘Em pir xemgînin’
Zarokê bi navê Mehmet Kayayê 10 salî diyarkir ku, ew hertim ligel dê û bavê xwe kurdî di axive û wiha got: “Dê û bavê min tirkî napeyvin. Ez jî ligel wan kurdî qese dikim. Dema ku ez ji dibistanê de derketim wê demê qenala Zarok Tv vedikim û temaşe dikim. Pêşiya çend rojan qenala me Zarok Tv hat girtin. Em pir xemgînin.Me di Zarok Tv yê de bi zimanê xwe filmên çîzgî temaşe dikirin.”

‘Em Zarok Tv dixwazin’

Nesrîn Bîtmîş a 11 salî jî got ku, ew jî ligel xwîşk û birayên xwe her tim Zarok Tv temaşe dikin û anî ziman: “ Em tu caran Tv’yên tirkan temaşe nakin. Em Zarok Tv’yê dixwazin. Bila qenala me zarokan vekin. Em bi zimanê xwe diaxivin û qenalên bi zimanê xwe temaşe dikin. Zarok Tv hat reşkirin niha çî qenalên din tuneye. Em Zarok Tv dixwazin.Bijî Zarok Tv.”

‘Çima Zarok Tv girtin’

Azad Tekîn ê 11 salî jî diyarkir ku, ew her tim ligel hevalên xwe Zarok Tv temaşe dikin û got: “Dema em dibistanê dihatin me Zarok Tv vedikir û ligel hevalên xwe temaşe dikirin. Tv’ya me girtin em xemgînin. Çima Zarok Tv girtin. Em Zarok Tv dixwazin. Em Tv’yên din hes nakin. Zarok Tv bi zimanê me ye.”

(hk-db/mk)