Zarokên êzidî bi stranên xwe Kampa Şengalê dixemilîn in

09:32

Zeynep Durgut/JINHA

AMED- Li Kampa penaberên Şengalê ya Fîdanê zarokên êzidî kolan bi kolan digerin û bi stranan êş û birînên xwe dipêçin. Zarokan diyar kirin ku, ew bi stanên xwe malbat û welatiyên kampê kêfxweş dikin.

Zarokên êzidî yên ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê tevî malbatên xwe li Qada Kampa a Fîdanlikê ya Yenîşehîra Amedê bi cih bûn, bi stranên xwe dilê her kes kêfxweş dikin. Zarokên ku tanekê wek amûra mûzîkê bi kar tînin, navê koma xwe jî kirine Koma Canê Zarokan. Zarokan diyar kirin ku, hêviya wan pêşerojek azade û gotin ku, ew dixwazin bibin hunermend.

‘Ez dixwazim di rojên azad de biranînên Şengalê bi stranên xwe vebêjim'

Zaroka bi navê Meyza Hemo da zanîn ku, ew bi stranan re xeyalên welatek azad dike û wiha got: "Ez 13 salî me. Kêfa min pir ji hûner û gotina stranan re tê. Coşek cuda dixe dilê min. Li vir em deh zarok hatin gel hev û me koma canê avakir. Nava rojê saetek em dilîzin û dûvre rojê me tev bi gotina stranan ve diçe. Em pîranî jî stranên êzîdiyan û stranên şoreşê distirin. Herkes ji me pir kêfxweşe, em stranan kelecanek mezin digirin. Her stran delale û her stranekî wateya wê heye. Em dixwazîn di pêşerojê de bibin hûnermend û bi stranan bîranînên xwe bînin ziman.”

‘Kolan bi stranên me dixemilin’

Zaroka bi navê Sahîra Nawa jî bi lêv kir ku, stranên wan li kolanan deng vedide û ani ziman ku, ew ê bibin hûnermendên gelê xwe. Sahîrayê anî ziman ku ew 12'e saliye û wiha domand: "Ji bo min stran gotin wek evîni ye. Koma me roja xwe tev bi stranan derbas dikin. Malbat û welatiyên kampê ji stranên me kêfxweşin. Berî em derkevin kolanan di serî de em stranên xwe diyar dikin û piştre kolanan bi dengê stranên xwe dixemilînin. Ez dixwazim bibim hûnermend ji bo vê jî hewl didim.”

Zarokan bi stranên ‘Şemlanê û Canê ‘dawî li axaftinên xwe anîn.

(ma/rc)