Zarokên Amedê:Em bi temaşekirina Zarok tv’yê hînî zimanê dayikê dibûn

09:04

Zeynep Durgut/JINHA

AMED-Zarokên Amedê nêrazîbûnên xwe nişanî reşkirina Zarok tv dan û diyar kirin ku ew naxwazin tv’ya wan bê girtin.

Pişti ku li Tirkiyeyê OHAL hat îlankirin û şûnde zext û êrîşên li ser çapemeniya azad jî her ku diçe zêde dibin. Ji aliyê hikumetê ve tv’yên wekî Jiyan tv, Zarok tv, Hayat tv, Zagros tv û Wan tv ji aliyê tûrksatê ve hatin reşkirin. Zarokan bertek nîşanî reşkirina Zarok TV’yê dan û gotin ku ew dixwazin Zarok tv bê vekirin û weşana xwe berdewam bike.

‘Em bi temaşekirina Zarok tv’yê hînî zimanê dayikê dibûn’

Zarokê bi navê Murat Çetînkaya(14) anî ziman ku ew naxwaze xêzefîlmên wan bên reşkirin û wiha axivî;”Ez zarokek kurdim daxwazên min bi hevokekê nayên naqedin lê em ê bi çend peyvan ve ji we re bidin fêmkirin. Roja bêncşemê êvarê weşana Zarok tv ‘yê hat reşkirin ev ji bo me zarokan tiştekî herî xemgîn bû. Zarok tv ji bo pêşeroja zarokan û nivşê nû dibû alfabe em bi temaşekirina Zarok tv ‘yê hînî zimanê dayikê dibûn me her xêzefîlmên di Zarok tv’yê de temaşe dikirin û em bi temaşekirina van xêzefîlmên kurdî gelek kêfweş dibûn. Em dixwazin ku xêzefîlmên xwe temaşe bikin û em naxwazin ku ekrana televizyona me bê reşkirin.”

‘Em dixwazîn bi temaşekirina xêzefîlmên kurdî mezin bibin

Muhammed Tarhan (13) jî bi lêv kir ku ew bi temaşekirina Zarok tv’yê kêfxweş dibûn û wiha got:”Her roj ez sere sibehê radibûm bişev û biroj min Zarok tv temaşe dikir. Ji ber ku, bi zimanê me hînî min dikir ez gelek kêfweş dibûm û kêfa min pir ji zarok tv ‘yê re dihat. Çima tv’ya me hat reşkirin ez tv’ya xwe ya bi kurdî dixwazim ku dîsa weşanê bike. Em dixwazîn bi temaşekirina xêzefîlman mezin bibin.”

Bila Zarok tv weşana xwe berdewam bike
Sûleyman Aksu jî da xuya kirin ku ew bi Zarok tv’yê kêfxweş bûn û got ku, ew tv’ya xwe dixwazin û axaftina xwe wiha domand:” Em hemû zarokên li mala Zarok tv’yê temaşe dikîn. Lê em îro rabûn me dît ku tv’ya me hatiye reşkirin. em zarok bi temaşekirina xêzefîlman mezin dibîn em tv’ya xwe dixwazîn bila Zarok tv ji bo me zarokan zêde nebînin. Em hemû zarok dixwazîn Zarok tv dîsa weşana xwe berdewam bike ji ber ku, ew tv’ya me zaroka ne.”

‘Xwediyê Zarok tv’yê em zarokîn’

Muhammed Dinar jî da zanîn ku Zarok tv’yê zarok fêrî jiyanê dikirin, lê hate reş kirin û wiha axivî;”Di nav tv’yên kurdan de ez herî zêde Zarok tv’yê temaşe dikim. Ji ber ku xêzefilman diweşîne û TV’ya me zaroka ne. Lê îro me xêze fîlm temaşe nekirin ji ber ku, Zarok TV hat reşkirin em dixwazin weşana Zarok TV’yê neyê rawestandin ji ber ku xwediyê wê tv’yê em zarokîn.”

(ra- mk)