Edaleta ku malbata Ceylanê li hêviyê bû pêknehat

12:16

JINHA

AMED – Kujerên Ceylanê ya ku di 12 saliya xwe de dema ku heywan diçêrandin ji aliyê leşkerên tirk ve bi topa hawanê hat qetilkirin nehatin darizandin û der barê doza ku li kujeran hat vekirn de biryara bêşopandinê hat dayîn.

Li Licêya Amedê di 28’ê îlona 2009’an de zaroka 12 salî ya bi navê Ceylan Onkol dema ku heywan diçêrandin bi topa hawanê ya ku ji aliyê leşkeran de hat avêtin jiyana xwe ji dest da û kujerên Ceylanê hêj nehatine darizandin. Malbata Ceylan ya ku dayika wê parçeyên bedena wê kom kirin û kirin dawa xwe ev 7 sal in ku li benda edaletê ye.

Der barê dozê de biryar bêşopandinê hat dayîn

Di 4’ê nîsana 2013’an de li Dozgeriya Giştî a der barê bersûcên kuştina Ceylanê de bi mijara “Erka xwe xirab bi kar anîne” doz hat vekirin. Lê der barê vê dozê de jî biryara bêşopandinê hat dayîn. Her wiha Dozgeriya Amedê ya ku piştî qetilkirina Ceylanê bi 3 rojan dest bi lêpirsînê kir jî îdiakir ku Ceylanê ne bi parçeyên topa leşkeran bi derba cismekî ji text hatiye kuştin. Lê ev îdiaya dozgeriya Amedê ji aliyê saziya MKE’ê ve hat redkirin û hat aşkerakirin ku Ceylanê bi lêketina parçeyê topê jiyana xwe ji dest daye.

Doz ket ber demboriyê

Piştî ku Ceylanê hat qetilkirin bi salekê ji ber ku kujerên wê nehatin darizandin, parêzerê dozê doz birin Dageha Mafên Mirovan ya Ewropaya (AÎHM) lê li AÎHM’ê jî der barê dozê de tu encam derneket û doz bi hinceta ku delil kêm in ket ber demoriyê.

Parçeyên bedena wê kirin dawa dayika wê

Malbata Ceylanê nerazîbûn nîşanî biryarê da. Ji malbatê birayê wê Rifat Onkol diyar kir ku dema ew çûn cenazeye ceylanê ji morgê bigirin li ber parçayên laşe ceylanê îfadeya wan hatiye giritin û piştî îfadeyê jî parçeyên bedena xuşka wî di nava betaniyekê de radestî wan kirine, dayika wî ev parçe piştre kirine etekê xwe û destnîna kir ku dê dest ji doza xwe bernedin û dê lêgerîna wan ya edaletê bidome.

(mk)