Sarînayê biçûk bi afrîneriya hunerê re mezin dibe

09:04

Ronîda Hacî /JINHA

HESEKÊ– Wênesaz, helbestvan û dengbêja biçûk Sarîn Îsa piranî hestên xwe bi huneran dihûne.

Sarîn Îsa (10) di temenê biçûk de dest bi nivîsa stranan kiriye û bi dengê xwe yê zelal û xweş stran dibêje û di heman demê de wêneyan jî xêz dike. Sarînê diyar kir ku ew ji temenê xwe yê 3'ê saliyê dest bi gotina stranan kiriye û wiha got: "Yekemîn xebata min ya hunerê strana erebî ya 'Sûriye ya hebîbetî' min wergera kurdî kir. Dilê min bi awaza vê stranê êşiya û min ew wergerand zimanê xwe yê kurdî. Paşê ez bûm 5 salî û min dest bi nivîsandina helbestan kir. Yekemîn helbesta min jî bi navê zewreq 'keştiya biçûk' bû."

'Min Stranek ji bo Rêbertî çêkir'

Sarînê da zanîn ku, ew stranek li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsiye û wiha domand: "Ji ber Serok Apo azadiya gelan dixwaze. Dema ku malbata min got Serok hat dîlgirtin ez gelek pê êşiyam. Ji ber vê yekê min stranek ji bo Rêbertî çêkir."

'Ji hêsirên dayikan ez hestiyar bûm û min stranek li ser şehîdan nivîsand'

Sarînê bi lêv kir ku, ew ji hêsirên dayikan ku diçûn serdana zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dane pir bandor bûye û ji ber vê jî dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Sarînê anî ziman ku, rojek ew tevî bavê xwe çûye merasîma şervanan û wiha domand: "Min dît çawa dayik hêsirên bi êş li ser gora zarokên xwe dibarînin. Ji ber vê yekê min strana li ser dayikê û şehîdan nîvisand. Dema êrîş li ser bajarê Hesekê pêk hat, em derketin ji bajarê xwe û min dît çawa şervanên YPG- YPJ'ê hatin û axa me rizgar kirin. Min stranek li ser welatê xwe û berxwedaniya şervanan nîvisand. Ji ber min şêrînbûna welat ji kûr ve hîs kir. Her weke din, min li ser Rojava nivîsand. Rojava xewna bav û kalan e, cihê ziman û zanist û zayîna me ye. Strana min a dawî li ser zarokan e. Carekê ez çûm çand û hunerê, ji min re gotin ku stranên te xweşin, di vegerê de min di wesayîtê de li ser zarokan nivîsand."

Sarînê bi lêv kir ku, ew xeyalê xwe bi wêne xêzkirinê jî diyar dike û wiha pêl da axaftina xwe: "Resma herî min jê hezkir ya azadiyê ye, min çûkek resimand ji zîndanê difire, ew li ser azadiya kurdan min çêkiriye." Sarînê di dawiya axaftinê xwe de bang li zarokan kir ku, fêrî ziman dayikê bibin û bi çanda xwe ve girêdayî bimîn in, hest û daxwazên xwe jî bi rêya huner bînin ziman.

'Hestên Sarînê yên hunerî di temenek biçûk de destpêkir'

Dayika Sarînê Renda Hisên jî di derbarê afrîneriya Sarînayê de wiha got: "Hestên Sarînê yên hunerî her ji temenê biçûk de li pêş bû. Di temenê 3'ê salî de dest bi xwendina stranan kir. Pir bi stranan bandor dibû, carekê bavê wê stranek jê re stira, bi wê stranê bandor bû û giriya. Wêneyên ku xêz dikir ji zarokeke di temenê wê de nayê hêvîkirin. Dema çû dibistanê de di refa yekemîn de nivîsên pir xweş û wêjeyî nivîsand. Dema êrîşên çeteyan li ser bajarê Serê Kaniyê destpêkir, em hemû pir êşiyan û me hertim behs dikir. Me behsa berxwedaniya şervanan û lehengiya şehîdan dikir. Rojekê Sarînê ji xewê şiyar bû û ji min pênûs û lênûsik xwest. Şeve reş bû û li ber ronahiy hestê nîvisand. Navê helbesta wê 'xala reş û xala sor' bû. xala reş çete temsîl dikir û xala sor jî xwîna şehîdan dianî ziman."

Rendayê da zanîn ku, ji ber şert û mercên gund dibistan tuneye û got ku, ew Sarînayê hînê xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dike.

(en/rc)